Gundiyê Qendîlê: Qendîl têk biçe wê Başûr têk biçe

Nerazîbûna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê mezin dibe. Gundiyê bi navê Mişîr Xidir diyar kir ku her roj êrîş li dijî wan tê kirin û got, "Eger Qendîl têk biçe wê Başûr û tevahiya Kurdistanê têk biçe."

Gundiyê ji Başûrê Kurdistanê yê bi navê Mişîr Xidir ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb got, "Yek ji wan kesan bû ku ji bo Kurdistanê kedeke mezin pêşkêş kir. Nûnerekî mezin ê yekîtiya Kurdistanê bû."

'JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ TÊKOŞIYA'

Xidir got, "Yek ji kedkarên mezin ên yekîtiya Kurdistanê bû. Ji bo li Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêk were yek bi yek bi mirovan re axivî û li wan guhdarî kir. Ji bo Kurd hev nekujin,  ji bo yekîtî û hevgirtinê dixebitî. Diyar Xerîb yek ji van hevalan bû."

'DI BIN NAVÊ GERÎLA DE ME DIKUJIN'

Xidir li ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk rabû û got, "Eger Qendîl têk biçe wê Başûrê Kurdistanê bi temamî têk biçe."

Xidir diyar kir, "Niha em nikarin biçin hin gundên xwe ji ber ku timî êrîşên hewayî tên kirin. Li gundan em bi çandiniyê debara xwe dikin. Lê belê niha ne dikarin sewalê xwe xwedî bikin ne jî dikarin çandiniyê bikin. Di bin navê gerîla de timî me dikujin. Her roj bombeyan li Qendîlê dibarînin. Eger Qendîl têk biçe wê Başûr û tevahiya Kurdistanê têk biçe. Ji ber ku Kurd bi PKK'ê hene. Partiyên li Kurdistanê hemû bi saya PKK'ê hene. Ji bo keda Diyar Xerîb divê Kurd hemû bibin yek."