Gundên wan şewitandin, niha jî rûniştgehê ji wan dixwazin

Leşkerên Tirk ku bendên kontrolê yên li Zozanên Feraşînê zêde kirin û herêm li sivîlan qedexe kirin, niha jî rûniştgehê ji gundiyan dixwazin.

Zozanên Feraşînê di navbera navçeya Payîzava ya Wanê û Elkê ya Şirnexê de ye. Bi biharê re welatiyên herêmê xwestin biçin Zozanan, lê belê leşkerên Tirk ji wan xwestin ku rûniştgehê nîşanî wan bidin ku di salên 1990'î de li gundên hatine şewitandin diman. Şêniyên Feraşînê ku gundên wan bi temamî xera bûne û êdî li nexşeyê xuya nakin, ji ber vê yekê nikarin biçin zozanan.

Yek ji navendên girîng ên çandinî û sewalkariyê Zozanên Feraşînê ne. 28 gundên li vê herêmê, ji be şerê giran di salên 1990'î de ji aliyê artêşa Tirk ve hatin şewitandin û ji nexşeyê hatin rakirin. Koçerên Feraşînê ji ber şewitandin û valakirina gundan neçar man koçî bajaran bikin.

Walîtiya Tirk a li Wanê meha Adarê eşkere kiribû ku wan pîvanên li ser bikaranîna zozan û çêrgehan ji nû ve sererast kirine. Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku 103 çêrgeh û zozan li sivîlan hatine girtin. Li Wanê 103, li Colemêrgê jî 31 herêm weke 'Herêma Ewlekariya Leşkerî ya Demkî' hatibû ragihandin.

ZEXTEKE GIRAN TÊ KIRIN

Şêniyên Zozanên Feraşînê, bi Qanûna Vegera li Gundan ku sala 2004'an hate derxistin, ji bo mehên havînê biçin Zozanan kon vedan. Gundiyên ku sewalkarî, çandiniyê dikin û mêşên hingiv xwedî dikin, dema dawî zextên giran li wan tên kirin. Gundî ji bo karibin biçin zozanan bi saetan li bendên lêgerînê tên rawestandin.

Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû par li Feraşînê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Sala bê wê her kes karibe bi rengekî azad derkevin zozanan." Lê belê tevî ku Feraşîn ne di nava "herêmên qedexekirî" de ye, destûr nayê dayin ku welatî biçin.

HERÊM LI CERDEVANAN SERBEST E

Cotkarên ku bi germbûna dinyayê re dixwazin biçin zozanan, neçar in ji dehan bendên kontrolê derbas bibin. Destûr tê dayin ku tenê saet 10:00 û êvarê ji bo nîv saetê welatî derkevin zozanan. Lê belê ev pêkanîn ji bo cerdevanan û malbatên wan derbas nabe. Cerdevan kengî dixwazin diçin zozanan, çandiniyê dikin û heywanên xwe diçêrînin.

LEŞKER BELGEYEKE TAYBET DIXWAZE

Ji mirovên ku ne cerdevanin tê xwestin, rûniştgeha ku nîşan dide di salên 1990'î de li gundên hatine şewitandin diman, bînin. Ji bo vê jî cotkar neçar in biçin Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Navendî ya Elkê û belgeya taybet bigirin.

Cotkaran li ser mijarê agahî dan û gotin, "Gundên me şewitandin û ji holê rakirin. Niha jî rûniştgehê ji me dixwazin. Feraşîn bi temamî li me hatiye qedexekirin. Gelek bendên leşkerî yên kontrolê hatine danîn. Ji bo nîv saetê, em bi saetan tên rawestandin."