Gundê El- Hecac û gundikê El- Widan hatin rizgarkirin

Şervanên Pêngava Xezeba Firatê di çarçoveya Pêngava 3. a Xezeba Firatê de gundê El-Hecac û Gundikê El-Widan ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê didome. Şervanên Xezeba Firatê gundên li ser Çemê Firatê yek bi yek ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dike.

Di vê çarçoveyê de li baskê Ebû Xeşeb şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê El-Hecac ku li rojavayî gundê Cezra û li rojhilatê gundê Metab dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Li baskê Bîr Heba jî şervanan gundikê El-Widan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Pêşeveçûyîna şervanan ya li wê herêmê dewam dike.