Gulseren 68 roj in li Asayîşa Hewlêrê girtî ye, malbat bi fikar e

Veysî Gulseren ê ji ber zext û zordariya dewleta Tirk ji Bakurê Kurdistanê berê xwe da Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê hate girtin û 68 roj in li asayîşa giştî ya Hewlêrê ye. Malbat ji rewşa Gulseren bi fikar e.

Di nava çend salên derbasbûyî de ji ber siyaseta qirkirin û tinekirinê ya dewleta faşîst a Tirk gelek Kurd ji Bakûrê Kurdistanê neçarî penaberiyê bûn. Gelek ji van Kurdan jî penaberî Rojav û Başûrê Kurdistan û Ewropayê bû. Veysî Gulsere jî yek ji wan mexdûrê siyasî yê ku ji bajarê Êlihê ji ber zilma dewleta Tirk penaberî Başûrê Kurdistanê bûye.

Xwişka Veysî Gulseren Sebîhe Gulseren got: “Birayê min Veysî ji ber ku cezayê siyasî lihatibû birîn, derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Dema ku Birayê min xwest ji Başûrê Kurdistanê derbasî welatê Ukranya bibe li balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve tê girtin û ev 68 roj in li esayîşa giştî tê girtin.”

Sebîhe Gulseren diyar kir ku ew bi reveberiya asayîşa giştî re ketine têkiliya û reveberê asayîşê wiha bersiva wan daye û got: “Rêveberê asayîşa giştî ji me re gotiyê ti sucê birayê te nîne. Lê çima ev 68 roj in di girtîgehê de ye û birayê min ji ber çi tê girtin, ez ji nizanin. Birayê min ji ber zilma dewleta Tirk derbasî  Başûrê Kurdistanê bû, lê li Kurdistanê ji hat girtin.”

Welatiyê bi navê Veysî Gulsere yê niştecihê bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê di sala 2016’an de  ji ber cezayê siyasî derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Di 06.03.2019’an de li balafirxaneya navneteweyî ya bajarê Hewlêrê dema ku dixwest biçe welatê Ukranya ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve tê girtin û ev bi qasî 68 rojan li asayîşa giştî tê girtin.