'Gulan meha asta herî bilind a têkoşînê ye'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn bal kişand ser wate û girîngiya meha Gulanê û got; "Lazim e meha Gulanê bi rastî jî li gor xislet û karaktera xwe ango li gorî karakterê berxwedanê were jiyîn."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn têkildarî wate û girîngiya meha Gulanê ji ANF'ê re axivî. Engîn destnîşan kir ku meha Gulanê bi helbest û bi gotinan nayê ziman, ancax mirov dikare vê mehê bijî û wiha dewam kir; "Meha Gulanê hem di warê herêmî, hem jî di cîhanê de xwedî wateyeke mezin e. Him tê de gelek berxwedan heye û him jî di vê mehê de gelek êş û elem hatiye jiyîn. Ev ji bo hêviya azadiyê û pêkhatina edaletê bûye bingehek."

Engîn bi bîr xist ku meha Gulanê ji aliyê PKK'ê ve wekî 'Meha Şehîdan' tê binavkirin û wisa berdewam kir; "Di têkoşîna me de jî xwedî cihekî taybet e. Di şexsê Hakî Karer de yê ku di sala 1977'an de hatibû qetilkirin û Rêber Apo ji bo wî dibêje ruhê min ê veşartî ye, em şehîdên Gulanê careke din bi bîr tînin. Ji bo Kurdistanê em ji vê mehê re bi heman awayî bibêjin meha Hakî Karer jî wê ne şaş be. Ji ber ku şehîdên li çar parçeyê Kurdistanê yên di oxirê azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hemû şopdarên Hakî Karer in. Heger îro PKK xwe wekî partiyeke şehîdan bi nav dike û wekî mîrasa şehîdan nav li xwe dike, bêguman ev mîrasa Hakî Karer bi xwe ye. Her rojeke meha Gulanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Îro li Kurdistanê alaya berxwedanê li ba ye. Girêdayî avhewa û erdnîgariya Kurdistanê jî meha Gulanê tam meha berxwedanê ye."

'NAVÊ BI ŞEREF, NAVÊ MIROVÊN BERXWEDÊR E'

Engîn diyar kir ku meha Gulanê ne tenê ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê watedar e û wiha domand; "Em vê ji şehadetên 1'ê Gulanê dizanin. Em ji wan berxwedêran dizanin ên ku li Emerîkayê li hember kedxwariyê têkoşiyan û ji ber vê çendê hatin darvekirin. Îro alaya wan li ser çiyayên Kurdistanê ji aliyê gerîlayên Kurdistanê tê hildan. Yek ji şehîdên 1'ê Gulanê Albert Parsons di nameya xwe de ji zarokên xwe re wiha digot; 'Ez ji bo we navekî bi şeref û erkekê dihêlim ya ku divê were pêkanîn.' Ew navê bi şeref navê mirovên berxwedêr e. Mirovên ku li dijî zilmê, kedxwarî, neheqiyê têdikoşin. Erka were pêkanîn çi ye? Ji ber ku hê kedxwar, neheq, dagirker her wiha zilimkar li ser kar in, erka hatî ziman têkoşîna li dijî wan e. Ji ber ku em dikevin vê mehê, lazim e em van berxwedêrên 1'ê Gulanê jî bi bîr bînin."

Engîn, ji bo welatên cîranê Kurdistanê jî şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û wiha pê de çû; "Meha Gulanê wek çawa meha şehîdan e, her wiha meha berxwedanê ye. Di têkoşînê de Gulan xwedî cihekî xwe yê wisa ye. Ev rewş ji bo Tirkiyeyê û ji bo cîhana Ereban jî wiha ye. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hêzên Îtîhatkar bi pêşengiya Cemal Paşa ve bi dehan rewşenbîrên Ereb di sala 1916'an de tam jî di 6'ê Gulanê li Şamê darvekiribûn. Xwestibûn hêviya wan a azadiyê, edalet, wekheviyê, têkoşîna wan a li dijî dagirkeriya Osmaniyan bitepisînin. Di nav gelê me yê Ereb de jî ev roj wekî roja şehîdan tê bibîranîn."

'HETA WELATÊ MIN RIZGAR NEBE SERE XWE RAST NAKIM'

Engîn, di dema axaftina xwe de mekanê ku lê rûniştiye nîşan da û got; "Em niha di nava gulan de rûniştine. Ev gul di nava gelê me de wekî gula şehîdan tê binavkirin. An jî weke gulbixwîn tê nasîn. Çîrokek xwe heye, bê çima stûyê xwe xwar e. An jî di her seriyekî wê de dilopek av, rondikek heye, Tê gotin ku ev gul wiha dibêje; 'Welatê me, xaka me bindest e. Heta ku welatê me ji bindestiyê rizgar nebe, ez serê xwe rast nakim û rondikên xwe jî zuha nakim.' Ev welat jî welatekî Gulanê ye, erdnîgariyek Gulanê ye. Di heman maneyê de ev erdnîgarî, erdnîgariya berxwedanê ye. Ji ber vê jî wekî hevalê me jî anîbû ziman, Gulan ne heyveke wisa ye ku mirov li ser wê binivîse, biaxive. Gulan meheke wisa ye ku lazim e baş were jiyîn. Ji bo jiyaneke xweşiktir, birûmettir, serbilindtir, mirov karibe bibêje ez jî mirov im, parçeyekî vê erdnîgariyê me, xwedî şeref û rûmet im, pêwîstî bi têkoşînê heye. Meha Gulanê jî, di nav 12 mehan de lûtkeya têkoşînê ye."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn gotinên xwe bi vî şiklî bi dawî kir; "Em derbasî mehek nû ya Gulanê dibin. Bi hêviya ku têkoşîna heta niha çi li Kurdistan çi jî li cîranên Kurdistanê li dijî dagikerî, kedxwarî hatî meşandin hê bilindtir bê meşandin. Ji ber ku sedemên têkoşîna li dijî kedxwarî, dagirkerî, xwînxwariyê hê li holê disekinin. Faşîzmek heye ku êrîşî hemû herêma me dike. Êrîşî Ereban, Asûran, Ermenan, Êzîdiyan, Elewiyan dike. Li çar parçeyê Kurdistanê jî êrîşî Kurdan dike. Ev dibin hincetên bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzmê, dagirkeriyê. Bi vê boneyê, hêvîdar im ku Gulan bi rastî jî li gor xislet û karaktera Gulanê ango li gorî karakterê berxwedanê were jiyîn."