Grevên li Başûrê Kurdistanê bi biryardarî didomin

Çalakiyên li gelek navendên Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Ocalan hatibû destpêkirin didomin. Yagiz, Fedîle û Herêm ên di greva bêdawî û bêdorveger de ne bi biryardarî çalakiyên xwe didomînin.

Yek ji herêmên ku grevên birçîbûnê lê dewam in Başûrê Kurdistanê ye. Li Hewlêr, Mexmûr û Silêmaniyeyê grevên birçîbûnê didomin. Nasir Yagiz ji 21'ê Mijdara 2018'anli Hewlêrê, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok ji 20’ê Çileyê ve li Mexmûr û Herêm Mehmûd jî li Kelarê ji 24'ê Sibatê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne.

HEWLÊR

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 170’an ji aliyê koma 85’emîn ve hate dewir girtin. Berxwedana Nasir Yagiz ya bêdem û bêdorveger jî bi heman armancê di roja 170'an de didome.

Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz her diçe xirab dibe û herî dawî saetên şevê yê 3’yê Gulanê li ser giranbûna rewşa wî rakiribûn nexweşxaneya Jîn û piştî tedawî redkiribû vegerabû Navenda HDP’ê û çalakiya xwe domand. Heta niha Yagiz 20 kêlo li xwe kêm kiriye û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê giran dibe.

SILÊMANÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bi dorveger a li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpê kirin di roja 148'an de ye. Çalakî bi koma 74'emîn a ji welatiyên herçar parçên Kurdistanê pêk tê ve didome.

Endazyar Herêm Mehmûd jî li Kelarê ji 24’ê Sibatê û vir ve di grevê de ye. Greva Mehmûd di roja 75’an de ye.

MEXMÛR

Dîsa yek ji cihê berxwedan lê didome Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ye. Greva li Mexmûrê di roja 145’an bi dewirgirtina koma 49’an dewam dike. Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîla Tok jî di roja 110’an de bi biryardarî didome.