Grevên birçîbûnê yên li Hewlêr û Silêmaniyê didomin

Li Başûrê Kurdistanê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Li Silêmanî û Hewlêrê komên nû grev dewr girtin û çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 55’an de ye.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya ji aliyê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ve li Silêmaniyê li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin, di roja 32’an de bi koma 17’emîn didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê endamên Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî ve bi dirûşmeya ‘Bê Serok Apo jiyan nabe’ hate dewr girtin.

Endamê Meclîsa Herêma Kerkûkê yê Tevgera Azadî Hoşyar Hemezêr li ser navê komê axivî û got; “Em bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li dijî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Divê hemû kes li dijî tecrîda li ser Rêber Apo têbikoşe.”

HEWLÊR

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê di roja 55’an de didome. Îro çalakiya greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê koma 28’an ve hate dewr giritn.

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş axivî û got; “Di pêvajoyek wiha de hevdîtina bi Ocalan re gelek girîng e. Em dixwazin tecrîd bi temamî dawî bibe, parêzer biçin Îmralî û bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin têkildarî tenduristiya Ocalan agahiyên diyar bigrin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me bidome.”

Li aliyê din çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 55’an de didome. Piştî daxuyaniyê koma 28’an çalakî dewr girt.

JI MEXMÛRÊ PIŞTGIRÎ: HETA KU TECRÎD BI DAWÎ NEBE...

Li aliyê din ji Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) şandeyek serdana greva birçîbûnê ya li Hewlêr kir û piştgiriya xwe ji bo çalakiyê diyar kirin. Li ser navê şandeyê Ferhan Didêrî axivî û wiha got; “Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo li Kurdistan û Ewropayê çalakiyên mezin tên lidarxistin. Ev çalakî jî didin nîşandan ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd çiqas girîng e. Bi çalakiyên greva birçîbûnê re û berxwedanê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo divê her hemû kes çi ji destê wî were bike. Hevdîtina bi Ocalan re û agahî jê girtin gelek girîng e. Lê heta ku tecrîd bi dawî nebe divê çalakî bidomin.”