Grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê didomin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Başûrê Kurdistanê grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Greva birçîbûnê ya li Başûr didome.

Ji bo rakirina tecrîdê bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz grevên birçîbûnê hatibû destpêkirin. Ev çalakî Ii gelek bajaran didome. Çalakiya Nasir Yagiz a greva birçîbûnê di roja 154’an de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a li Hewlêrê jî bi koma 77’an re didome.

Li Silêmaniyê jî ji aliyê Saziya Karkeran a Mezopotamyayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, ev çalakî jî di roja 131’an de didome. Koma 66’emîn çalakî dewr girtiye.

Li Mexmûrê jî Saziya Malbatên Şehîdan greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Ev çalakî di roja 129’an de bi koma 43’an re didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok a bêdawî û bêdorveger jî di roja 95’an de didome.