Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Grevên birçîbûnê yên li Başûr: Rewşa Yagiz krîtîk e!

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, didomin. Rewşa tenduristiyê ya endamê HDP'ê Nasir Yagiz krîtîk e.

Greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê 21'ê Mijdara 2018'an dest pê kir, di roja 61'ê de ye. Koma 31'ê îro çalakî dewr girt.

Endama HDP'ê Mizgîn Arî diyar kir ku divê tecrîd tavilê rabe û got, "Leyla Guven 74 roj, Nasir  Yagiz jî 61 roj in di greva birçîbûnê de ne. Rewşa wan a tenduristiyê her nebaş dibe. Divê gelê Kurd û dost dengê xwe li dijî tecrîdê bilindtir bikin."

Nasir Yagiz ku rewşa wî ya tenduristiyê krîtîk e û pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê lê der bûye, diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomîne.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI SILÊMANIYEYÊ DI ROJA 38'AN DE YE

Greva birçîbûnê ya li Silêmaniyeyê jî ku bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê dest pê kir, di roja 38'an de ye.

Komek ji jinên ji Binarê Qendîê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir.

Binar Umer bi navê jinan axivî û got, "Tecrîdkirina Rêber Apo divê tavilê bi dawî bibe. Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina jinan e."

Ehmed Ezedîn jî bi navê çalakeran axivî û got, "Em spasiya heyeta ji Qendîlê dikin ku ji bo piştgiriyê hatiye. Em careke din dixwazin dubare bikin, heta ku tecrîd bi dawî bibe çalakiya me wê bidome."