Greva Yagiz di roja 71’ê de ye: Berxwedan wê heta dawiyê bidome

Nasir Yagiz ê ku 71 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî giran dibe. Nûnera HDP'ê Muzeyyen Guneş got, rewşa Yagiz roj bi roj nebaş dibe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a endamê HDP'ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 71'ê de ye. 

Greva li Hewlêrê bi koma 36'an bi tevlîbûnên 7 welatiyên Bakurê Kurdistanê yên li Başûr hate dewirgirtin.

Li ser rewşa Nasir Yagiz Nûnera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş agahî da ANF’ê û diyar kir ku rewşa Yagiz roj bi roj giran dibe û rewş êdî cidî ye.

Guneş diyar kir, Yagiz roj bi roj bêhal dibe, nikare bi têrkerî vexwe û ev jî dibe sedem ku rewşa wî giran bibe. Guneş anî ziman ku bêhn li Yagiz diçike û gelek tiştan êdî ji bîr dike.

Guneş anî ziman ku pirsgirêkên cidî lê der dibin û got, "Ji ber qelsbûna laşê wî di rabûn û rûniştinê de pir astengiyan dikişîne. Her wiha pirsgirêkên mîde, li gel wê serêşî zorê dide wî. Gelek caran ji ber serêşa zêde rûyê wî diwerime. Ji ber rewşa wî ya giran êdî mîda wî tiştekê qebûl nake. Dema cureyên vexwartekan digire jî mehdê wî dixele û rojê 3-4 caran verdişe.

Welê li bedena wî hatiye ku nema dikare tiştekî qebûl bike. Ji ber lewaziya laşê wî û nehêzbûna wî wisa kiriye ku em bi zorê tiştekî pê didin vexwarin. Ev mijarên cidî ne, rewşa çiqas xedar e bi me dide hîskirin. Rewş wî ya nava rojê tê guhertin, car baş e car nebaş e. Ev rewşa nebaş piranî danê rojê yê sibehê dema ji xew radibe, pir zehmetî dikişîne û heta nikare gavê jî bavêje. Piştî çend saetan bi şûnde dikare gavê bavêje."

Guneş anî ziman, tevî van hemûyan moral û coşa wî pir li pêş e û diyar kir, serdan û berxwedana grevên birçîbûnê hêzê dide û ev yek dihêle ku hê baştir xwe ragir be.