Greva Yagiz di roja 172’an de ye

Nasir Yagiz ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê 172 roj in di grevê de ye.

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li navendên cuda yên Başûrê Kurdistanê bi biryardarî didomin.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 172’an bi koma 86’an dewam dike. Her wiha çalakiya hemwext a Nasir Yagiz a bêdawî û bêdorveger jî di roja 172'an de didome.

Li ser navê koma 86’an endamê meclîsa HDP’ê Sidiq Wakar axivî û got: “Daxwazên tevahî çalakiya diyar e. Heya tecrîd neyê şikandin û bi temamî ji holê neyê rakirin wê çalakiyên me berdewam bikin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 150'emîn de didome. Grev bi koma 76'an didome.

Çalakiya endazyar a Herêm Mehmûd a li Kelarê jî di roja 77’an de bi biryardarî didome. Di roja 76’an de komek ji hunermendên Silêmaniyê û Rêxistina Niwêger serdana Mehmûd kirin û bi helbestên gotin hêz û moral dan Hehmûd.

Li Wargha Pengaberan a Mexmûrê jî greva birçîbûnê di roja 147’an de bi biryardarî didome. Grev bi koma 49’an berdewam e.

Heman demê çalakiya bêdawî û bêdorveger a endama Meclîsa Îştarê Fedîle Tok jî di roja 112’an de bi biryardarî didomîne.