Greva birçîbûnê ya li Wanê: Daxwazên du girtiyan qebûl bûn

Daxwazên du girtiyên siyasî yên ku li Wanê 127 roj in di greva birçîbûnê de ne, hatin qebûlkirin.

Girtiyê ji doza TKP/ML Kadîr Karabak û girtiyê ji doza MKP'ê Esat Nacî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ne, ji bo têlên li ser hewşê hatine bicihkirin bên rakirin û di dema jimartinan de lêgerîn neyê kirin, 127 roj in di greva birçîbûnê de bûn.

Dozgerê Komarê û Midûrê Girtîgehê bi çalakgerên greva birçîbûnê re rûniştin û ji wan re gotin ku daxwazên wan hatine qebûlkirin.

Parêzer Savaş Avci li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, berxwedana greva birçîbûnê bi ser ketiye û daxwazên girtiyan hatine qebûlkirin.

Avci got, "Ji ber ku daxwaz hatin qebûlkirin Karabak û Yildirim dawî li greva birçîbûnê anîn." Avci diyar kir, girtî niha birine nexweşxaneyê.