Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 49’an de ye

Li Mexmûrê li dijî dijî tecrîdê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û çalakiya greva birçîbûnê di roja 49’an de didome.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd RUstem Cûdî (Mexmûr)  çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a ku bi armaca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 49'an de berdewam dike. Îro koma 17'emîn çalakî bi merasîmekê dewir girt.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fedîle Tok jî ji 20'ê Çile ve li dijî tecîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye û eşkere dike ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe berdewam bike.

Beriya ku kom bê guhertin, di kesayeta şehîd Viyan Soran de ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgiritinê, çalekgera koma 16’emîn Rûken Kara axivî.

Rûken Kara di destpêka axaftina xwe de xêrhatina hemû çalakvanan kir û wiha dewam kir: “Ev çalakiya greva birçîbûnê ya ku dibin pêşengiya Leyla Guven de hatî destpêkirin û belavî tevayî Kurdistan û derveyî Kudistanê bûyî, me jî xwest bibîn parçeyek ji wê çalakiyê. Em hêvîdar in ku ev çalakî wê bigihîne encameke baş. Bi wê ve girêdayî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêbertiya me heyî divê ji aliyê gelê Kurd ve neyê pejirandin.  Bi taybet ji aliyê ciwanên Kurd ve ev neyê pejirandin."

Merasîma guhertina çalakgeran bi dirûşmên, ‘Bê serok jiyan nabe,’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.