Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma nû dewam dike

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi koma Meclîsa Îştar dewam dike.

Greva birçîbûnê di 18'ê Kanûnê de ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Mexmûrê ve dest pê kir û du rojan carekê ji aliyê komên nû ve dewam dike.

Koma sêyemîn a çalakiyê endamên Meclîsa Îştar e.

Bi navê koma nû ya çalakiyê Azîze Tîmûr axivî û got, "Heta ku em Rêberê xwe bi rengê fîzîkî di nava xwe de bibînin em ê li qadan bin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li pey Rêberê xwe û şehîdan bin."

Azîze Tîmûr her wiha girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir.

Greva birçîbûnê dewam dike.