Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 24'an dewam dike

Li wargeha penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê bi koma 24’an dewam dike. Îro koma 23’an bi merasîmekê çalakî dewrî koma 24’an kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Saziya Malbatên Şehîdan ku 18'ê Kanûna 2020'î dest pê kir, di roja 47’an de bi koma 24’an didome. Îro çalakî bi merasîmekê ji koma 23’an hate dewrgirtin.

Merasîm di şexsê Şehîd Viyan Soran û Şehîd Bêkes de bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Li ser navê çalakvanên koma 23’an jin a ciwan a Hewlêr Adanmiş axivî.

Adanmiş bal kişande ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin û wiha got: "Rêber Apo 22 sal in li girtîgeha Îmraliyê dîlgirtî ye. Pêngava 'Dem dema azadiyê ye' weke pêngava duyem tê pejirandin. Li ser vê bingehê di 27’ê Mijarê de li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin û ev çalakî îro belavî her deverê bûye. Em jî weke ciwanên wargeha Mexmûrê ji bo piştgirî dayîna girtîgehan û xwedî derketina li rûmetê me ev çalakiyê hembêz kir û da meşandin. Banga me ji bo tevahî ciwanên welatparêz ên li her aliyê Kurdistanê ew e ku xwedî li rûmeta xwe, Rêberê xwe derkevin. Weke ciwanên Mexmûrê heta ku Rêberê me bi awayek fîzîkî azad nebe em dev ji çalakiya xwe bernadin."

Merasîm piştî xwendina navên çalakvanên koma 24’an bi dawî bû.