Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 13'an dewam dike

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin bi koma 13'an dewam dike.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo fîzîkî azadkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 23 rojin berdewam e.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 13’an ve hate dewrgirtin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 12’an Elî Mijînî axivî.

Elî Mijînî di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Armanca çalakiya me ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye, heta ku em Serokê xwe bi fîzîkî azad nekin emê her tim di nava çalakiyan de bin. Ji bo vê jî heta ku em wek Kurd nebin yek û li her derê çalakiyan nekin, emê nikaribin Serokê xwe azad bikin. Banga min ji bo tevahî gelê Kurd û kesên ku dibêje ez xwedî wijdanim û şerefim divê demildest rabin ser piyan û bikevin nava çalakiyan. Ji bo wê jî divê em gelê Kurd hemû destê xwe bidin hev da ku em bikaribin Serokê xwe bi fîzîkî azad bikin.”

Piştî axaftinê koma 13’emîn bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ çalakî dewir girt.