Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê bi xwendekaran dewam dike

Greva birçîbûnê ya li paytexta Herêma Kurdistana Federal Hewlêrê di roja 73'an de ye. Xwendekar çalakiyê didomînin.

Çalakiya greva birçîbûnê li pêşiya Nûnertiya HDP'ê ya li Başûrê Kurdistanê pêk tê. Greva birçîbûnê ku 21'ê Mijdarê dest pê kir 73 roj in dewam dike. Grev ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî dorveger tê kirin û heta niha 37 kom tevlî çalakiyê bûne.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz jî 73 roj in dewam dike. Rewşa Yagiz kêlî bi kêlî giran dibe.

Koma dawî ya greva birçîbûnê ji endamên Yekîtiya Xwendekarên Azad pêk tê.

Endamê Yekîtiya Xwendekarên Azad Îsmaîl Ûçar bi navê xwendekaran daxuyanî da û diyar kir, ji bo rakirina tecrîdê ew destekê didin çalakiyan.

Ûçar bang li ciwanên li Başûrê Kurdistanê kir ku hîn bi xurtî piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê û xwest, tecrîd tavilê bê rakirni.