Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê bi koma 38'an dewam dike

Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 75'an de ye. Çalakî bi komeke nû dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê li Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê pêk tê. Di roja 75'an de koma 38'an dest bi çalakiyê kir.

Greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz jî ku bi rengekî bêdawî û bêdorveger pêk tê, di roja 75'an de ye. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz saet bi saet nebaş dibe.

Yagiz ji ber rewşa xwe ya giran nekarî tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya koma nû bibe.

Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş daxuyanî da û bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û Nasir Yagiz ku giran e: "Divê hêzên siyasî yên Kurd zextê li dewleta Tirk bikin. Eger daxwazên çalakgeran bi cih neyên anîn, wê çalakî bidomin. Rewşa tenduristiyê ya çalakgeran jî roj bi roj nebaş dibe."