Greva birçîbûnê ya li Hewlêr bi koma 54'an dewam dike

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 108'an de ye. Greva birçîbûnê ya hemwext a bêdawî û bidorveger jî bi koma 54'an dewam dike.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê di roja 108'an bi dewrgirtina koma 54'an didome. 

Greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz jî di roja 108'de ye. Her diçe rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe, lê biryardariya wî ya serketinê heye ku çalakî encam bigire.

Endama Nûnertiya HDP'ê Mizgîn Arî di merasîma dewirgirtinê de axivî û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di serî de li jinên şoreşger û kedkar ên li çeperên têkoşînê li ber xwe dide pîroz kir û got: "8'ê Adarê bû dengê hemû jinên li azadiyê digerin."

Arî silav da şervanên jin ên YPJ'ê yên li çeperên şer û got: "Bi tinekirina DAÎŞ'ê re şoreşa jinê ava kirin." Arî domdarî got: "8'ê Adarê destpêka biharê ye divê hemû jin bi ruhê vê rojê daketin qadan û kolanan. Çawa hevrêya me Leyla Guven ev 121 roj in, Nasir ev 108 roj in, dîsa bi sedan hevrêyên din çi li girtîgehan çi jî li derve li ber xwe didin, divê li her qadê têkoşîn bê xurtkirin. Banga Leyla Guven banga hemû jinên cîhanê ye. Divê îro hemû jinên cîhanê dengê xwe li dengê Leyla zêde bike. Yekan e daxwaza Guven  û çalakvanan heye, ew jî şikandina tecîrd û azadiya Ocalan e."

Mizgîn Arî bang li jinan hemûyan kir ku divê her rojê weke roja 8'ê Adarê bibînin û ji bo dawîkirina tecrîdê dakevin kuçe û qadan û wiha dom kir: "Divê jinên Kurd hemû li dora Rêber Apo bibe xelekek azadiyê, bi reng û dengê xwe çalakiyan xurt bikin."