Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Îslahiye didome: Girtî bi biryar in

Greva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiyê ya li dijî binpêkirinan dabû destpêkirin di roja 25’an de ye. Parêzeran got: “Girtî bi biryar in heta ku daxwazên wan pêk werin, wê çalakiya xwe bidomînin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a ku Îlhamî Îşçî, Ûgur Urun, Zennar demîr û Hîccet Ûmûî yê Rojhilatî ku li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiye ya Dîlokê li dijî êşkenceyê dabû destpêkirin di roja 25’an de didome. Her wiha Reşît Dayan 20 û Ûgûr Ûyar jî 17 roj in di çalakiyê de ne. 

Girtiyên ku bi rêya parêzeran serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Dîlokê dan ev gotin:

“Di ketina girtîgehê de bi darê zorê lêgerîna tazî kirin. Hejmartina rojane li ser lingan, bi rêza leşkerî bi dengê bilind hejmartin li me tê ferzkirin. Di hevdîtinên bi rêya telefon û cihê hevdîtinê de bi rengê leşkerî meşê li me ferz dikin. Dema ku hejmartina rojane bi rengê leşkerî neyê kirin, bi fîzîkî tundî li me tê kirin. Li gorî girtîgehên din binpêkirin û pirsgirêkên cihê re rû bi rû tên hiştin.”

Serokê Şaxa ÎHD a Dîlokê Sînan Taştekîn ê serdana girtiyan kir, diyar kir ku bi qasî pêwîst xwê, şekir, lîmon nayê dayîn û ji ber vê çalakî bi awayê ‘rojiya mirinê’ didome.

Parêzerên endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî serdana girtiyan kirine. Parêzeran got: “Girtî bi biryar in heta ku daxwazên wan pêk bê, wê çalakiya xwe bidomînin.”