Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 50'emîn de ye
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê ji aliyê PDK'ê ve dîlgirtî ne, 50 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê ji aliyê PDK'ê ve dîlgirtî ne, 50 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên ji aliyê PDK'ê ve dîl hatine girtin, li Girtîgeha Hewlêrê li hemberî binpêkirina mafên mirovan di greva birçîbûnê de ne.
Dag û Er dixwazin ku dawî li lêgerînên kêfî, tundiya fîzîkî, heqaret û ferzkirina lixwekirina kincê bi yek tîpî bê anîn. Ji bo van daxwazan jî ji 18'ê Gulanê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.