Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi 44’an kesan didome

Greva birçîbûnê ya ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 8’ê Adarê bi 10 kesî dest pê kirî giha 44 kesî. Girtiyên jin jî bi dorvegerî grevê didomînin.

Girtiyên PKK û PAJK’î ku bi mebesta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, di şertên azad de şertên muzakereyê werin çêkirin, dawî li binpêkirina mafan a li girtîgehan were û zexta li ser gundan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kirin, bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan şevê dî sirgûnî girtîgehên din kirin. Gaî Kaya, Mahsûn Yuksekdag, Dilgeş Yaşar, Ilyas Yorgun, Mesût Yabalık, Abdullah Kaya, Yunus Konak, Kerem Karagoz, Ismaîl Berke û Taner Aslan ku di koma pêşî ya grevê de cih girtibûn, 16’ê Adarê şandin Girtîgeha Tekîrdagê.

Di heman dîrokê de li Girtîgeha Tîpa T 15 kesên din jî dest bi grevê kirin. Koma ji 15 kesan pêk dihat jî bi heman rêbazî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F’yê kirin, di 22’yê Adarê de.

Piştî sirgûna dawî koma 3’yan ku ji 29 kesan pêk dihat 22’yê Adarê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Baran Aydin, Erol Cengîz, Mazlum Aksaç, Kerîm Ozkan, Hakan Bingol, Mehmet Adiyaman, Haci Erol, Mervan Taş, Kemal Orhan, Ferhat Yucel, Yunus Tunçbîlek, Serdar Gumgum, Ercument Kander, Serhat Demîr, Reşît Dayan, Çetîn Guler, Ahmet Anig, Serbulent Yaman, Kadîr Aydemîr, Abdullah Cîhan, Erkan Sahat, Mehmet Engîn, Orhan Altınbaş, Mecît Kanat, Emrah Kandemîr, Mehmet Sayilgan, M. Zeîi Îlmîn, Engîn Ulugana û Laik Altun bi hevdîtina telefonê de ji malbata xwe re gotin rêveberiya girtîgehê ji bo ku berxwedanê bişkîne ew şadine sirgûnê.

GIRTIYÊN JIN BI DORVEGERÎ GIRÊVÊ DIDOMÎNIN

Jinên girtî jî bi heman daxwazan 10’ê Adarê bi komeke ku ji 7 kesan pêk tê greva birçîbûnê ya ji bo hefteyekê ya bi dorvegerî dane destpêkirin. Fatma Befre, Nergîn Altaş, Hatîce Guzel, Mehtap Kiyar, Sarya Bilicî, Mezahat Kaya û girtiyeke dî ya bi nav Aliye ku di koma pêşî de bûn, 22’yê Adarê bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan şandin girtîgeheke dî.

Li gel vê jî 22’ê Adarê koma 2’an a ji 5 kesan pêk hatî dest bi grevê kir. Greva Rûken Yildiz, Ozlem Ozbek, Leyla Tosun, Hêlîn Tosun, Sultan Mizrak ku di koma 2’an de ne wê 28’ê Adarê bi dawî bibe. Girtiyan bi rêya malbatan agahî şandin, gotin bi grevê re rêveberiya girtîgehê kamera li cihê hewastandinê danîne, lêpirsînê li ser hemû çalakiyên wan datînin, destûr nadin ku jin tiştekî taybet ji derve bistînin. Jinên girtî bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş, diyar kirin ku sewka nexweşên giran jî pir giranî dikin.