Greva birçîbûnê li Mexmûrê didome

Greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) didome. Di roja 148'an de koma 50'î dest bi greva birçîbûnê kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Mexmûrê di roja 148'an de didome. Koma 50'î dest bi greva birçîbûnê kir. Her wiha greva birçîbûnî ya bêdawî û bêdorveger a Fadîle Tok, Endama Meclîsa Koordînasyona Meclîsa Îştar jî di roja 113'an de didome.

Koma 50'î di kesayatiya Şehîd Mizgîn de bi merasîmekê dest bi greva birçîbûnê kir. Beriya merasîmê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê koma 49'an Ezîzê Teymûr axivî û got, ''Heta ku tecrîd li ser Rêberê me ranebe em ê çalakiya xwe bernedin.''

Berxwedana dayikan a li ber girtîgehên Tirkiyê ya ji bo desteka li berxwedana greva birçîbûnê ya zarokên xwe hate slavkirin û hate gotin ew destekê didin berxwedana dayikan.

Teymûr diyar kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd e û got, ji bo ku tecrîd were rakirin divê çalakî werin geşkirin.

Koma 50'î bi dirûşmên ''Bijî Serok Apo'', ''Bê Serok jiyan nabe'', ''Bijî berxwedana zindanan'', ''Şehîd namirin'' dest bi greva birçîbûnê kir.

Jêder: Rojnews