Grev birçîbûnê ya Hewlêrê bi koma 55'an dewam dike

Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 110'an de bi koma 55'an dewam dike.

Greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin kete roja 110’an û grev bi dewirgirtina koma 55’an a ji 5 kesî pêk tê dewam dike.

Di merasîma dewirgirtinê de endama Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyen Guneş li ser rewşa Yagiz agahî da û diyar kir ku rewşa Yagiz a tenduristiyê her diçe xirab dibe û divê tavilê saziyên Konseya Ewropa, CPT û saziyên mafê mirov guh bidin daxwazên wan.

'BI GOTINÊN ERDOGAN BILA KES NEXAPE'

Guneş bi bîr xist, tecrîd ne tenê li dijî Ocalan e, di heman demê de li dijî gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê ye û got, "Berxwedana li dijî tecrîdê her diçe belav dibe. Grevên birçîbûnê li her derê êdî hatiye destpêkirin." Guneş got, bila tu Kurd û tu kes bi gotinên Erdogan nexapin, li ber çavan e, her roj êrîşî Kurdan û parlementerên Kurdan dike. Guneş got: "Yên van dîmenan bibîne wê bizane bê ka Erdogan çiqasî hez ji Kurdan dike û biratiya wan dike."

'BÊDENGÎ ŞIRÎKÊ SÛC E, XWEDÎDERKETINA LI DÎKTATORAN E'

Nûnera HDP’ê Muzeyen Guneş bal kişand ser xemsariya raya giştî ya cîhanê û got, "Ev bêdengî tê wateya hevkarî û şirîkê sûc. Çima Yekîtiya Ewropa (YE), saziyên mafê mirovan çav û guhê xwe ji zilm û qirkirina li Kurdan re digre. Gelo ma Kurdan çi kiriye? Bêdengî û xemsarî xwedîderketina li dîktatoran e. Heta dawiyê jî em ê li hember zilmê û êrîşan li ber xwe bidin û bi ser bikevin."