Greenreport: Dewleta Tirk kîmyewiyê bi kar tîne, cîhan berê xwe dide aliyek din

Rojnameya jîngehparêz Greenreport.it ku li Îtalyayê ji hêmanên ekonomiya ekolojîk îlham werdigire û weşanê dike, di rûpelên xwe de qala êrîşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li hemberî gerîla bi kar tîne, kir.

ROJNAMEYA GREENREPORT.IT

Di nûçeya bi îmzeya Umberto Mazzantini ya li ser malpera Greenreport.it de, qala êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê yekê hate kirin. Rojnameya Greenreport.it li Îtalyayê hem weke çap hem jî online weşanê dike û li Îtalyayê mînaka yekem e.

Malpera Greenreport.it ji sala 2011’an ve bi versiyona jîngehparêzî yê rojnameya La Repubblica re hevkariyê dike û bi hev ve hatine girêdan. Di nûçeya malperê de ev sernav heye: “Artêşa Tirk bi çekên qedexekirî û bombeyên qirêj bombe li gerîlayên Kurd dibarîne. Mîna li Ûkrayna û Xezeyê, lê cîhan berê xwe dide aliyek din.”

Umberto Mazzantini bi kurtasî wiha qala durûtî û sûcên dewleta Tirk kir: “Şerên li Ûkrayna û Fîlîstînê, ji bo welatên cuda ji dervey eleqeya raya giştî şerên xwe yên qirêj bimeşînin firsetên cuda pêşkêş dike. Tirkiye ku welatekî NATO’yê ye, di navbera Rûsya û Ûkraynayê de navbeynkariyê dike, qirkirin û bombebarana derqanûnî ya ku Îsraîl li Xezeyê pêk tîne şermezar dike, bang dike ku rêz ji mafê xweserî û du mafên dewletê ya Fîlîstîniyan re bê nîşandan. Lê dema mijar dibe gelê Kurd tam berevajî vê yekê dike, li welatê xwe zilmê lê dike û digire; li Sûriye û Iraqê êrîş dike, dagir dike, bombebaran dike û dikuje; bi heman çekên qedexekirî yên ku kesên din li diî gelên din bi kar tîne, êrîş dike û dibêje ku ew rêz nîşanî mafê kesên din dide ku bi xwe qedera xwe diyar bikin.”

Mazzantini bal kişand ser dîmenên ku YJA Starê roja 27’ê Gulanê têkildarî teqemenî û kîmyewiyên ku li dijî gerîla hatine bikaranîn.

Mazzantini got: “Li Xeze û Ûkraynayê mirov dimirin, lê me Kurd çi zû ji bîr kirin ku bi dehan sal in li ser navê azadiyê tên kuştin. Ku gelên din jî bi heman rengî ji bo vê azadiyê dimirin. Ya ku welatê hevalbendê me bi çekên kîmyewî jehr daye, azadiya me bi xwe ye. Bi baweriya ku em ê ji nedîtî ve bên, wê bê ceza bê hiştin û em ê bêhna kîmyewî ya şerê dagirkeriyê û îmhayê nekin, vê yekê dike.”

https://anfkurdi.com/rojane/-183876