Gotina 'Salih Efendî' jî kirin sûc

Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz a destgîrkirî, bi hinceta ku ji bo Salih Akman ê AKP'î yê bi zorê dest danî ser şaredariyê got 'Salih Efendî' piştî 10 mehan hate sûcdarkirin.

Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz ku roja Înê li Wanê hate destgîrkirin û piştî îfadeya wê hate girtin serbest hate berdan, axaftina wê ya li meclîsê ku gotibû "Salih Efendî" weke sûc hate nîşandan.

Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî di hilbijartinên xwecihî de ji bo navçeya Tûşba ya Wanê ji HDP'ê bûn namzet û bi dengekî zêde li pêşberî namzetê AKP'ê bi ser ketin. Tevî vê serketinê jî, bi îdîaya ku Yilmaz Berkî bi biryarnameya di hukmê qanûnan de ji wezîfeyê hatiye dûrxistin, Salîh Akman ê AKP'î weke şaredarê Tûşbayê hate tayînkirin.

Hevşaredara Tûşbayê ya HDP'î Ayşe Mînaz di civîna destpêkê ya meclîsa şaredariyê de wiha gotibû: "Salih Xoce dema tu mamosteyê min bû te hînî me kir ku divê em pênûs û jêbira hevalên xwe nedizin. Xuya ye tu di nava sîstemê de bûye dizekî mezin lê haya te ji te nîne. Dibe ku we dest danîbin ser îradeya vî gelî û li ser wê kursiya serokatiyê rûniştibin. Hûn qurbanan serjê dikin û tên şaredariyê. Gelo hûn ji kîjan olî ne? Gelo ji we heye ku bi desteserkirina îradeya gel hûn dikarin li vir şaredariyê bikin? Gelo ji we heye ku hûn ê karibin bi serbilindî bikevin nava vî gelî? Hûn şaredarê vî gelî nînin. Ew kursiya hûn li ser rûniştî ne kursiya min û Yilmaz Berkî ye ku em ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Hûn encameke desteserkirinê ne. Ez ê hurmetê nîşanî vê meclîsê bidim, lê belê ti carî hurmetê nîşanî we nedim. Em ê ti carî ji we re nebêjin şaredar û we ti carî nas nekin. Ez ê ji we re bêjim 'Salîh Efendî'. Hûn yekî welê ne ku ji aliyê YSK'ê ve hatine tayînkirin. Hûn ne hilbijartiyên vê derê ne."

10 meh di ser vê axaftinê re derbas bûn, lê belê polîsan ew axaftin ji bîr nekirin. Sibeha roja Înê avêtin ser mala Mînaz. Mîna ku di dîmenên kamerayê de tê dîtin deriyê mala wê şikandin û piştre ev dîmen jî piştre bi navê 'Li Wanê operasyona li dijî PKK'ê li çapemeniyê hate belavkirin. Li qereqola pirsa "Tu çima bi wî rengî axivî, bi fermana kê te Salîh Akman biçûk xist?" ji Mînaz pirsîn.

TE ÇIMA AKMAN BIÇÛK XIST?

Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz li ser mijarê agahî da û anî ziman ku li Emniyetê tevahiya rojê zexta psîkolojîk lê kirin. Mînaz ragihand ku li pêşiya deriyê nezaretxaneyê polîsan ji hev re digotin 'Mafê her mirovî ye ku xwedî şensekê be' û bi vî rengî zext li wê dikirin. Mînaz got, "Di dema îfadeyê de delîl an jî pirsek jî li ber destê wan tine bû ku bipirsin. Bi taybetî ew axaftina min a li meclîsê pirsîn û gotin, 'Te çima Salîh Akman ewqasî bêqîmet xist, biçûk xist?' Qaşo li gorî wan min ev yek bi fermanê kir. Armanca wan ew e ku karê me krîmînalîze bikin. Tevî her tiştî jî em ê li qada demokratîk têkoşîna xwe bidomînin."