Gorên li Şehîdgeha Licê hatin xerakirin

Malbatên ku ji bo cejnê serdana şehîdgeha li Licê kirin, dîtin ku gorên zarokên wan bi hors hatine xerakirin.

Êrîşên di sala 2015’an de, li dijî “Şehîdgeha Şahîd Amed û Şehîd Hêvîdar” a li Taxa Sîsê ya Navçeya Licê ya Amedê dest pê kirin, dewam dikin. Goristina ku yekemîn car di dema operasyona leşkerî ya sala 2015’an de hat hilweşandin, mizgeft, destavxane, depoya avê, mêvanxane û konteynira dinava goristanê de jî bi bombeyan hatin rûxandin. Salona konferansê ya 2 kat ku 300 metre dûrî goristanê bû û malbatên HPG’iyên di dema ziyareta gorên zarokên xwe li wir kom dibûn jî, hat bombebaran kirin û hilweşandin.

Malbatên bi boneya Cejna Remezanê herikin li ser gorên zarokên xwe, carek din rastî rûxandina gorên zarokên xwe hatin. Hat dîtin ku kêlên goran hatine şikandin û bi balyozan goristan hatine rûxandin. Malbatan ji ber vê yekê xemginiyek mezin jiyan.

Yek ji malbatan Afîfe Kartal bertek nîşanî rûxandin goran da û got: “Rûxandina goran hovitiye. Ji vê xakê û ji van kêlan ditirsin. Gelo ev ax û ev kêl dikarin çi bikin? Dema em diçin goristina Amedê jî, em rastî heman dîmenan tên. Ji xwe va ye hûn halê goristina Lîcê dibînin. Ji navê zarokên me ditirsin.”

Mekremîn Altindag jî, diyar kir ku berî cejnê rastî hovîtiyek mezin hatin û wiha got: “Ma mirov wisan li miriyan dike? Heya ku em saxbin emê ji bîr nekin. Nifşê li dû me were jî dê ji bîr neke.”