Gorên gerîlayên HPG’ê Sancar Baran (Seyît Riza) û Baran Çetînkaya (Brûsk Dersim) ên li gundê Karabulût (Sorek) ên li bajarokê Perî yê girêdayî navçeya Bêzgêr ê Dersimê ji aliyê leşekeran ve hate texrîbkirin. Leşkerên ku bi wesayîtên zirxî ve ketin gund, bi malbatan re demek dirêj gotûbêj hate kirin. Leşkerên ku diyarkirin ji bo hilweşandina gorê hatine, anî ziman ku ferman ji Walîtiay Dersimê girtine. Malbatan demeke dirêj li pêşiya wesayîtan rawestiyan, leşkeran asteng kirin.
Leşkeran di wesayîtên zirxî de li dijî gelê ber xwe dide anonsên kir: “Gelê Karabûlûtê; em li ser fermana Walîtiya Dersimê dayî hatine. Hûn dikarin daxwazên xwe bigihînin Walîtiya Dersimê. Em tiştên ku hûn dikin tên tomrakirin. Eger ku hûn nexwazin karûbarên distûrî neyê kirin rabin.” Tevî hemû berxwedana û hewldanan gundiyan gorên gerîlayên HPG’ê Bûlût û Çetînkaya hatin texrîbkirin û kêlên gorê ji aliyê leşkerna ve hatin şikandin.
Hevseroka DBP’ê yê bajarokê Akpazarê û heman demê dayika gerîlayê HPG’ê Çetînkaya yê ku gora wî hate texrîbkirin Fadîme Çetînkaya a nerazîbûn li dijî rewşê diyar kir got: “Îro li vir dewleta Tirk goran texrîb dikin, şikandin. Gotin biryara walî ye. Me got biryara walî derbêxin dernexistin. Eger ku walî ew biryar derxistibe, bila bê vir. Hemû kêlên gorên me şikandin. Ev rûmeta Dersimê ye. Ev şanaziya Dersimê bûn. Em vê ji wan re nahêlin. Me got yan hûnê me biperçiqînin yan jî kêlên gorê me bidin. Ez ê li vir gorê çêbikim, şehîdgehê çêbikim, dixwazin bila bê min bikûjin. Gotin ez te nas dikim. Ji xwe hûn min nas dikin, ez dayika Brûsk Dersim, Seyîd Riza me. Bi vê yekê, bêexlaqiyê hûn tiştekê bi ser naxin. Bi êrîşkirina vê derê re dide nîşandan ku lebitîna wan ên dawî ne. Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pişt şehîdên xwe ne.”
‘STRANA EZ DIÇIM DAYÊ’
Strana piştî ku beşdarî refên gerîla bibûn, li ser mermerê li gel gorê hatibû nivîsandin wiha ne:
“Ez diçim dayê… çûyîna min mîna pariyek nan ji bo zarokên Efrîqayê, li Filistînê mîna kevirekî tavêjin panzeran, mîna Kurdistanê ku sed sal e li ber xwe dide helal e dayê. Ez diçim dayê… çûyîna min mîna zilamekî xeyalê bûyîna xwedî zarokekê, xeyalên jinên ciwan, bûna bûk… azadiya Kuran a Kurdistanê ye. Ez diçim dayê. Çûyîna min wesyeta Denîzan a sêdarê, hilweşîn û şewitîna bereketa warê min, mewlûda Mem û Zînê ye dayê. Ez diçim dayê… Çûyîna min wê ne ebedî be, di sibehekê bi roja te re, de şevreşiya şevê de, bi hesreta ku tu zuha diqûrtînî, ez ê li deriyê te bixim dayê. Ez diçim dayê. Çûyîna min wê ne ebedî be, dibe ku li ser darbestê li ser milê hevrêyên xwe, çav girtî, bedenek cemidî bêm, tenê tu min himêzbike dayê…”
Gerîlayê HPG’ê Baran Çetînkaya li gel Ridvan Îpek (Remezan Erzirom) li Dersimê 4’ê Îlona 2015’na, li navena bajêr di çalakiya li dijî Qereqola Şehîd Naîf Karabûlût de jiyana xwe ji dest dabûn. Gerîlayê HGP’ê Sancar Bûlût (Seyîd Riza) jî di 2011’an de li Kalstamonûyê jiyanaxwe ji dest dabû.