Fraksiyona Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand ku çend care balafirên şer ên Tirkiyeyê serweriya xaka Herêm û Iraqê derbas dike û bi topbarandina deverên Herêma Kurdistanê gund tên wêrandkirin û ziyan bi aboriya çandiniyê dikeve.
Fraksiyona Tevgera Goran diyar kir ku şer çareseriyê nayîne û wiha berdewam dike: “Divê li Herêma Kurdistanê û Iraqê helwesta saziyên rewa bi eşkere û zelal bin. Bi nêzîkbûnên hizbî danûstandinê li gel vê pirsgirêkê nekin. Ji ber ku ev mijarek nîştimanî, neteweyî û serwerî ye.”
Fraksiyona Tevgera Goran di daxwaznameya xwe de daxwaz ji saziyên rewa yên Herêma Kurdistanê dike ku weke dijberiya şer û pêkanîna aştî û amariya ji bo herêmê, rêzdariya ji bo mafê mirovan û mafê gelan, helwest hebe.