Goldereyî: Referandûm mafê gelê Kurd e
Goldereyî: Ya ku li Enqereyê vîna wê hate hildan ala Kurd bû. Ji ber ku dewleta Tirk heman tişt li Kerkukê nekir, li dijî alê derdikeve.
Goldereyî: Ya ku li Enqereyê vîna wê hate hildan ala Kurd bû. Ji ber ku dewleta Tirk heman tişt li Kerkukê nekir, li dijî alê derdikeve.
Serokê Teşkîlata Tevgera Goran ê bajarê Kerkukê Mihemet Goldereyî yê ku pêvajoya piştî krîza alê ya li Kerkukê û gotûbêjên li ser referandûmê ji ANF’ê re nirxand. Goldereyî diyar kir ku mafê gelê Kurd heye ku qedera xwe bi xwe diyar bike, lê dema ku Kurdan jî di rewşa heyî de dewleta xwe îlan kirin, divê xizmeta dewletên herêmê jî nekin.
Goldereyî wiha got: “Îlankirina dewlet yan jî sîstemeke xweser, divê neyê vê rewşa ku dewleta Tirk Kurdistanê dagir bike. Wek duh buyî divê sibehê jî sînorên Rojava neyên girtin” diyar kir ku referandûm mafê gelê Kurd e.
Goldereyî diyar kir ku destûr rêya biryara vê dide, diyar kir ku referandûma ku îro bi fêlbajiyê tê gotûbêjkirin ji ber ku di berjewendiyên partiyan de ye, li dijî wê derdikevin.
DI VÊ REFERANDÛM DI BERJEWENDIYÊN PARTIYAN DE NEYÊ BI KAR ANÎN
Goldereyî destnîşan kir ku divê pêwîstiyên referandûmê bên bi cih anîn û got: “Yên ku li ser navê partî diçin bi Bexdayê re hevdîtinan dikin, referandûmê ji bo berjewendiyên partiya xwe divê weke amûrekî ya zextê bikar neynin.” Goldereyî bi bîr xist ku divê ev partî weke 2005’an referandûmê ji bo berjewendiyên partiya xwe bi kar neynin. Goldereyî diyar kir ku ev xisûs di her dema ku bi qîmet dibe de, bi zanayî dikeve rojevê.
Goldereyî, diyar kir ku divê têkildarî referandûmê nêrînên gel bên pirsîn û biryar bi armanca pêkanînê be, ew bi xwe jî bi heman awayî nêzîk bûne, bi xwezayî nakokiyên wan ên li gel partiyên din, di vî alî de derdikeve.
YÊ KU REFERANDÛMÊ PÊK BÎNE KOMÎSYONA HILBIJARTINÊ YE
Goldereyî diyar kir ku hemû pêwîstiyên referandûma ku pêk were, wê ji aliyê komîsyona hilbijartinê ya 2014’an hatî avakirin ve were dabînkirin. Goldereyî destnîşan kir ku parlemento di heman demê de cihên ku wê referandûm lê pêk were diyar bike.
Goldereyî wiha got: “Jixwe beriya niha komîsyona hilbijartinê têkildarî referandûmê di warê ku wê meqamên berpirs çawa pêk were de, bi rêveberan re hevdîtin kiribû. Ev mijar ji berê ve hebû lê mixabin heta roja îro ti bersiv nehatibû dayîn. Niha li benda biryara Bexdayê ya ku wê kengê referandûmê pêk bîne.” Goldereyî diyar kir, eger ku em pêk naynin çima diçin referandûmê? Goldereyî wiha got: “Bi taybet PDK ya ku behsa referandûmê dike, bû sedem ku li Iraqê Kurd giraniya xwe winda bike. Di wî alî de bi taybetî dixwaze karta referandûmê bi kar bîne, piştî hilbijartina Iraqê û şûnde divê li Bexdayê giraniya Kurdan ji nû ve pêk were.”
KURD XWEDÎ MAF IN KU QEDERA XWE BI XWE DIYAR BIKIN
Serokê Tevgera Goran ê bajarê Kerkukê Mihemet Goldereyî, PDK ya ku ji bo referandûmê her carê dîrokekê jî nîşan dide rexne kir, diyar kir ku Kurd xwedî maf in ku qedera xwe bi xwe diyar bikin, ev jî bi vî awayî yan jî bi awayê din li gorî werzan pêk nayê, ji ber vê divê ne li gorî berjewendiyên partiyan be. Goldereyî diyar kir ku dewlet xizmeta partiyê nake, nabe dewleta wî, divê ev yek pêk neyê.
Goldereyî bal kişand ku PDK dixwaze referandûmê li ser bingehê ji bo berjewendiyên partiya xwe, berjewendiyên malbata Barzanî bi kar bîne û got: “Tirsa me ji vê referandûmê ew e ku hêzên dagirker bikevin herêmên me. Bi taybet jî hatina dewleta Tirk ya li herêma me. Di wî alî de dema ku PDK qala referandûmê dike, em dikevin wê fikarê ku her tiştên me, dewlemendiyên sererd û binerd bikevin bin xizmeta dewleta Tirk.”
DI ENCAMA REFERANDÛMÊ DE DIVÊ KURD XIZMETÊ JI DAGIRKERAN RE NEKIN
Goldereyî yê ku îşaret bi wê yekê da ku biryara referandûmê ya Kurdan a ku bike, ne girîng e ku dewlet yan jî sîstema konfederalîzmê be, ya girîng ne pêkhateyek be û bikeve bin xizmeta herêmê û dewleta Tirk. Goldereyî diyar kir ku dewleteke ku bikeve bin xizmeta mêtingeriyê qebûl nakin.
Goldereyî got: “Dewleta ku li Başûrê Kurdistanê bê îlankirin, nekeve bin xizmeta hêzên ku pêşiya pêkanînên demokrasî û yasayê digire. “Goldereyî pêkanînên dewleta Tirk a li ser Rojava jî bi bîr xist û got: “Dema ku sînorên Rojava hatin girtin, derî ji artêşa dewleta Tirk re vekirin, hatin zilm û zext li gelê Rojava û Başûr kirin. Eger encama referandûmê wê bî tiştî bike, em qebûl nakin.”
DEWLETA TIRK VÎNA AZAD A GELÊ KURD QEBÛL NAKE
Goldereyî diyar kir ku bertekên Serokkomarê Tirk Erdogan ê têkildarî hildana alê li Kerkukê bê encam e û wiha nirxandin: “Niha bala xwe bidinê dema ku me li Kerkukê ala Kurdan bilind kir, dewleta Tirk bertek nîşanî vê yekê da, dibêje; ‘Li Kerkukê hildana alê mafê Tirkmenan e, ji ber ku Kerkuk bajarekî Tirkmenan e.’ Wê demê divê bipirsim, yên ku kêfxweş bûn ku ala herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê hate hildan li xwe venagerin, çima nabêjin li Tirkiyeyê hate hildan çima li dijî dernakevin, nabêjin çima li Kerkukê nayê hildan?Ala ku li Enqereyê hate hildan a ku ti vîna wê nebû, alayek bû ku nûnertî dikir. Li Kurdistanê em bi vîna xwe ya azad ala xwe hildidin jor. Divê ew al vîna dijminê me temsîl neke. Ji ber vê em ji referandûma ku bi biryara partiyê hatî girtin bi fikar in û li dijî wê ne.”
PIRSGIRÊKÊN NAVXWEYÎ BI RÊYA LIDARXISTINA KONGREYA NETEWEYÎ ÇARESER DIBE
Serokê Tevgera Goran a bajarê Kerkukê Mihemet Goldereyî herî dawî bi bîr xist ku çareseriya hemû pirsgirêkan lidarxistina kongreya Neteweyî ye û got: “Niha ji bo van hemûyan Kongreya Neteweyî mecbûrî ye.
Divê Kongreya Neteweyî siberoja Kurdan diyar bike. Gotûbêjên li ser hildana alê jî, ev jî ji aliyê kongreyê ve bê diyar kirin. Pirsgirêkên me yên bingehîn hene ev hemû bi rêya kongreyê divê bên çareser kirin. Aliyek divê li aliyê din, dijminahiya Kurdan asteng bike. Ji bo piraliyan ji holê rake û di eniyekê de kom bike ya pêwîst lidarxistina Kongreya Neteweyî ye.