Gola Wanê kirine goristana penaberan

Gola Wanê bi komkujiyên dema dawî re veguheriye mîna goristana penaberan. Di van komkujiyan de bi qasî bazirganên mirovan, hêzên dewletê jî berpirsyar in.

Wan bi dramên penaberan di rojevê de ye. Mirovên li ser sînor diqefilin, yên di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin, bi hatina biharê re cesedên li binê berfê xuya dikin, herî dawî jî penaberên di nava avê de dixeniqin. Hêzên dewletê yên ku li ser sînor bi bazirganên mirovan re hevkariyê dikin, li ser xwîna penaberan pereyan qezenç dikin.

Penaberên ji Rojhilata Navîn û welatên Asyayê ji ber şer koç dikin û dixwazin xwe bigihînin Ewropayê destpêkê xwe digihînin bajarê Wanê. Bi hezaran mirovên ji Efganistan, Îran, Iraq û welatên Asya Navîn di ser Îranê re tên Wanê. Rojane ji hezar mirovî heta 1.500 kesî di ser Îranê re tên Wanê. Li gorî daneyên fermî sala 2019'an 40 hezar û 180 koçber li ser sînor hatin girtin. Ji yên hatine girtin bêhtir ketine destê bazirganên mirovan.

GOLA WANÊ BÛYE RÊGEHA NÛ YA BAZIRGANÊN MIROVAN

Çîroka piraniya koçberên di ser Wanê re tên bajarên Kurdistanê bi giranî bi trajediyê diqede. Bi taybetî Gola Wanê ku bi dîrok û bedewiya xwe ya xwezayî tê naskirin, dema dawî êdî bi komkujiyên penaberan dikeve rojevê. Komkujiyên penaberan bi hevkariya rayedarên dewletê û bazirganên mirovan pêk tên. Dema dawî rêgeha nû ya bazirganên mirovan bûye Gola Wanê. Bi taybetî di nava 2 salên dawî de bi hezaran penaber di ser Gola Wanê re ber bi Bedlîsê ve hatin birin. Tevî vê yekê jî dewletê heta niha ti tevdîr negirtiye.

DEWLET LI MIRINA MIROVAN TEMAŞE DIKE

Di 28'ê Hezîranê de li Gola Wanê keştiyek ku 100 penaber tê de bûn noqî binê avê bû. 100 penaberên tê de winda bûn. Li gorî daneyên fermî ji 55 heta 60 kesî di keştiyê de bûn. Tevî ku 10 roj di ser bûyerê re derbas bûne hîn jî keştî nehatiye dîtin. Heta niha cesedên 13 penaberan hatine dîtin.

Ev bûyera karesata destpêkê ya li Gola Wanê nîne. Di 26'ê Kanûna 2019'an de keştiya koçberan ku di ser Gola Wanê re diçû navçeya Adilcewaz a Bedlisê noqî binê avê bû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 64 kes jî bi alîkariya gundiyan rizgar bûn.

Trajediya penaberan a li Wanê ne tenê ew karesatên keştiyan ên li Gola Wanê ne. Di bihara sala 2019'an de li navçeya Elbak a Wanê bedenê qerisî yê 26 koçberan hate dîtin. Her wiha sala 2019'an li navçeya Çaldiranê jî cesedên 15 penaberan piştî ku berf heliya hate dîtin. Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê mînîbusa ku koçber tê de bûn qelibî û 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn. Li navçeya Sarayê mînîbusa ku 55 koçber tê de bûn qeza kir û 20 kes birîndar bûn. Sala 2020'an li sînorê Çaldiran Îranê 10 jê Efgan, 3 jê Kobanêyî 13 penaber qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.