Gola Uramiyê dîsa rih pê tê

Ji bo gola Urmiyê ku ji ber kirinên mirovî û germahiya global bobelata herî mezin a ekolojiyê lê dayî, hêvî dîsa geş bûn. Ev gola bêmînak dîsa tije bû.

Gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê, 13 çem diçine ser. Gol bi peymana Ramsarê ya ku 1971'ê di bin banê NY'yê de hatî îmzekirin li qada navnetewî xwedî cihekî girîng e.

Gola Urmiyê ku çûkên koçber gelek caran serî lê didin rezerveke girîng a biyosferê ye. Gola Uramiyê bi celebê Artemîa yê endemîk û floraya binderyayî ya guharbar e.

Gola Uramiyê ku demê weke gola herî mezin a  Rojhilata Navîn û gola herî mezin a xwêyî ya cîhanê dihate zanîn, di navbeya Urmiyê û Tebrîzê de ye û li dora wê 6 milyon mirov hene ku debara xwe bi çandiniyê dikin.

Gola Uramiyê ji 1996'an û vir dest bi ziwabûnê kir. Li gorî Bernameya Hawîrdorê (PNUE) ya NY'yê Tebaxa 2011'an rûberê golê kêmî 2 hezar û 366 km çargoşe bû û 2013'an ev bû 700.

PNUE Mijdara 2017'an bi daxuyaniyekê gotibû, ''Li gorî nîşaneyên dawî gol berfireh dibe. Rûbera wê niha 2.300 km çargoşe ye.''

Li gorî jêderên muxalîf ji ber polîtîkayên dewletê ava golê kêm bûye. Hawîrdorparêz dibêjin, bendavên li dora golê hatine çêkirin sedema ziwabûna golê ye. Rejîma Îranê li ser çemên ku diçine ser golê nêzî 40 bendav ava kir.

Bobeleta ekolojîk a li ser golê bandoreke neyênî li ser tenduristiya gel dike. Dema bahozê toz û xwêya li dora golê li derdorê belav dibe. Ev jî nebatan qir dike û hewayê dilewitîne.

Jonathan Bet Kolîa ku di Meclîsa Îranê de di nav komîsyona têkilî problemên hawîrdorê de cih digire got Adarê gotibû, ''Gola Urmiyê û Zayendeh Rud gelek çem ziwa bûn û taloke heye ku tine bibin''. Kolîa bal kişandibû ser rewşa Gola Urmiyê û gotibû, ''Heke gol bi temamî ziwa bibe an jî tine bibe, nêzî 14 eyaletan wê tine bibin.''