Gokkan: Ya hatiye tecrîdkirin fikrên azad û demokratîk e

Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir, ya hatiye tecrîdkirina fikrên azad û demokratîk e û got, di şexsê Ocalan de jin û civak tev hatine tecrîdkirin.

Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir, ya hatiye tecrîdkirin fikrên azad û demokratîk e. Gokkan got, "Her kes dinirxîne û dipirse; çawa di sedsala 21'ê de û di dema şerê cihanê yê sêyemîn de tecrîd ewqasî kûr dibe? Ev ne tiştek nû ye. Dema ku navenda şerê cihanê yê sêyemîn Kurdistan be û ji bo azadî, demokrasî û aştiyê raman bên afirandin, tecrîd li ser wan kûr dibe. Ji ber vê yekê jî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran dikin. Di warê aramî, aştî û demokrasiyê de projeyê kesî tine ye. Tenê projeya rêberekî heye, ew jî Birêz Ocalan e. Tecrîd di şexê Birêz Ocalan de li ser xweseriya herêmî, neteweya demokratîk û azadiya jinê tê ferzkirin. Ekolojî, demokrasî û azadiyê jinê ji sê nakokiyên sereke yên cihanê ne. Dewleta netewe di van her sêyan de jî îflas kiriye."

'JIN BÛN MODELA BERXWEDANA AZADIYÊ’

Gokkan destnîşan kir, di şexsê Ocalan de jin jî hatine tecrîdkirin û got, "Li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn di pêşengtiya jinên Kurd e, jin bûn modela berxwedana azadiya jinê. Her kes jî dizane ev bi felsefa Birêz Ocalan de pêk hat. Jina ku derî li ser hatibû girtin, dengê wê bi olperestiyê hatibû qedexekirin. Îro jî her kes dixwaze jinan li hemberî jinan bikar bînin û vê tecrîdê kûr bikin. Dixwazin pergala Îmraliyê û tecrîda girankirî li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn belav dikin. Ev yek jî ne tenê projeya desthilata AKP-MHP'ê ye. Minak, Efrîn herêmek azad û cihê hemû baweriyan, lê şer tunebû, li Efrînê şer derxistin. Ev pirsgirêkek gelek girîng û cidiye. Niha tecrîdê sînorê Îmraliyê derbas kiriye û li tevahiya Rohilata Navîn belav bûye. Rejîma faşîst bi tecrîdê dixwaze xwe ji nû ve rêvebir bike. Dewletê îflas kir bi tecrîdê xwe ji nû ve sazûman dike. Em jin tecrîdê ji her kesê zêdetir û baştir fêm dikin."

'TECRÎD NAVNETEWEYÎ YE'

Gokkan anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan navneteweyî ye û wiha axaftina xwe dom kir: "Li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa kompoloya navneteweyî pêk hat, îro jî tecrîd navneteweyî tê meşandin. Tu hêza Tirkiyeyê têr nake ku Ocalan bikare dîl bigire. Tirkiye li xwe mikur hat û got, em bi xwe jî nizanin çima hêzên navneteweyî Birêz Ocalan radestî me kirin. Helwesta CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Konseya Ewropa jî bi vê yekê ve girêdaye. Bi tecrîdê dixwazin alozî, neçareseriyê û şer kûr bikin. Sereke dixwazin civakê bê çare bihêlin û têkiliyên Ocalan bi civakê re qut bikin."

'ÇALAKGERAN LÎSTIKÊN DEWLETÊ TEHŞÎR KIRIN'

Gokkan bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên di pêşengtiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de hatin destpêkirin û got: "Di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd e, girtîgehan pêşengtiya berxwedanê kiriye. Ji bo azadiyê her dem gava pêşî girtîgehê avêtiye. Birêz Leyla Guven ji ber li ser dagirkirina Efrînê axivî hate binçavkirin û girtin. Birêz Leyla Guven di dema girtina xwe de ji bo şexsê xwe tiştek nexwest û ji bo dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Li pey wê ev çalakî bû qîrîn û li tevahiya girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bû. Her wiha ev qîrîn li Hewlêr û Ewropa jî belav bû. Ev çalakî weke demsala salê ya azadiya jinê ye û bi vî şeklî em bi nav dikin. Ev çalakî divê demê de pir bi wate ye û divê ev çalakî baş bên fêmkirin. Leyla Guven û çalakgerên di grevê de ne bi çalakiya xwe ev lîstika dewletê tehşîr kirin. Vê berxwedanê dirûtiya dewletê eşkere kir."