Girtiyên li Wanê nayên dermankirin

Eşkere bû, girtiyên nexweş ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê nayên dermankirin û rêveberiya girtîgehê bi helwesteke kêfî wan nabin nexweşxaneyê.

Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê nayên dermankirin. Hate ragihandin, gelek girtiyên nexweş ji bo tedawî bibin daxwazname dane rêveberiya girtîgehê, lê hîn encamek jê wernegirtine. Girtiyên nexweş bi rêya malbatên xwe agahî dan û diyar kirin, hin hevalên wan bi rojane gelekî diêşin, lê wan ne dibin revîrê ne jî nexweşxaneyê.

Malbatan li ser mijarê agahî dan ANF'ê: "Tevî ku li girtîgehê gelek girtiyên nexweş hene, nayên dermankirin. Beriya niha apandîsa girtiyekî nexweş teqiya û diviyabû emeliyat bibûya, lê ew nebirin nexweşxaneyê. Ji me re gotin ku ew nexweş bi rojan êşeke giran kişandiye. Di vê mijarê de em bang li Komeleya Mafên Mirovan û rêxistinên civakî yên sivîl dikin. Divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Bila zarokên me di nava lepên mirinê de nehêlin."