Girtiyên li Wanê: Heta ku tecrîd bi temamî rabe em di grevê de ne

Girtiyên li Wanê ragihandin, heta ku tecrîd bi temamî bê rakirin ew ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin.

Cîhan Tamûr, Bariş Kahraman, Şahîn Oncu, Azîm Sokemen û Bahtiyar Kemal Hasan ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ji 16'ê Kanûna 2018'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, bi rêya xizmên xwe peyamek şandin. Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê diyar kirin, heta ku tecrîd bi temamî bê rakirin wê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin.

Li gorî agahiyan, yek ji girtiyên di grevê de ye Bahtiyar Hasan Kemal xistine hucreya yek kesî.