Girtiyên li Hewlêrê Dag û Er 33 roj in di greva birçîbûnê de ne

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zextên PDK'ê 33 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Ji roja ku ew xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 33’an de didome.

Hêjayî gotinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û êşkenceyê di 28’ê Îlona 2022’an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn.

Herdu girtî di 13’ê Sibata 2022’an de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayin ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.