Girtiyên li girtîgeha Panosê: Amadekariyên êrişê hene

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê gotin, “Duare gardiyan ji bo êrişî me bikin amadekariyan dikin” û banga piştewaniyê kirin.

Li dijî zext û êrişên gardiyanan û binpêkirinên mafan girtiyan di 10’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa L a Panosê çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveger a 5 rojan dan destpêkirin. Li girtîgeha ku çalakî didome zext jî zêde dibin. Gardiyanan di 10’ê Nîsanê de bi ser qawişekê de girtibûn û 3 girtiyên ku hejmara ser pêyan qebûl nekiribûn dabûn. Destê girtiyekî şikesti bû û her du girtiyên din jî ji hin beşên laşên xwe birîndar bûbûn. Yek ji girtiyan Ersîn Aslan ê îro bi malbata xwe re bi telefonê axivî, diyar kir ku gardiyan xwe amade dikin ku êriş bikin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Aslan, di hevdîtina telefona xwe de ev tişt ragihandin: “Di hewayê sar de dixwazin me derxînin derve hejmarê me bidin kirin û ser pêyan bidin sekinandin. Me jî got hevalên me yên nexweş hene û em li derve nasekinin. Dema me îtîraz kir êrişî me kirin û heqaret kirin. Destê hevalekî me şikandin, di laşên du hevalên me de jî şopên lêdanê hene. Dema ev bûyer qewimî midurê girtîgehê û sergardiyan gef li me xwarin û wiha gotin ‘Ev roj rojên we yên baş in. We hêj rojên nexweş nedîtine, em ê hedê we nîşanî we bidin’ Ji wê rojê we re êriş berdewam dikin. Îşkenceyê li hevalê me dikin.”

Aslan, bi lêv kir ku gardiyan xwe amade dikin ku êrişî wan bikin û wiha berdewam kir: “Em dixwazin ku hemû raya giştî piştgiriya me bike. Ji ber li me xwedî dernakevin cara duyemîn êriş kirin. Gardiyanên li vê derê weke çeteyan e. Sibê me bikujin jî ne di xema wan de ye. Ji ber vê yekê divê herkes li girtiyan xwedî derkeve.”

Tê payîn ku şandeyeke ji Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê pêk tê wê sibê biçe serdana Girtîgeha Panosê. Hate diyarkirin ku şande wê piştî Panosê biçe serdana girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê tên ragirtin.

Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku têkildarî êriş û zextên gardiyanan em lê geriyan, bersiv nedan telefonan.