Girtiyên ji doza PJAK û KODAR’ê jî di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK, PJAK û KODAR’ê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiyên greva birçîbûnê yên li Kurdistan û ji derveyî welat bikin, li girtîgehên Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin.

17 girtiyên siyasî yên ji doza PKK,PJAK û KODAR’ê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiyên greva birçîbûnê yên li Kurdistan û ji derveyî welat, di greva birçîbûnê de ne.

Li girtîgehên Ûrmiye, Xoy, Tewrêz, Kaşma û Xuzistanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyan daxwaz ji çavdêrên navneteweyî, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT), Konseya Ewropa, sazî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku serdana Îmralî bikin û têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin.

Li aliyê din girtiyên Kurd diyar kirin ku ew berxwedana Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven silav dikin û piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê navê girtiyên ku dest bi gireva birçîbûnê kirine eşkere kir. Navê girtiyan wiha ye:

Li Girtîgeha Xoy: Zeyneb Celaliyan.

Li Girtîgeha Navendî ya Tewrêz: Elî Ehmed Sûleymanî, Yusuf Kake Meme.

Li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê: Hemîd Rehmî, Elî Yegane,Turec Îsmaîlî, Mihemed Xalid Zade, Rehîm Mehmûdî, Îbrahîm Îsa Pur, Kamêran Derwêş, Ehmed Temuyî, Kamêran Cehferî, Beşîr Pîrmawane, Kemal Hesen Remezan, Hesen Hesen Zade û Mustefa Sebzî ne.

Li Girtîgeha Kaşmer a Xoresanê jî girtiyê bi navê Şakir Baqî dest bi greva birçîbûnê kir.