Girtiyê PKK’yî yê êşkence lê hate kirin dest bi greva birçîbûnê kir

Girtiyê PKK’yî yê li Girtîgeha Bandirma dima Cuneyt Gul ê bê ku agahî bidinê berî mehekê sirgûnî Girtîgeha Ispartayê hate kirin û şûde êşkence lê hate kirin. Gul ê piştre avêtin hucreya yek kes, dest bi greva birçîbûnê kir.

Gul ê sirgûnî Girtîgeha Isparta ku tenê 3 girtiyên PKK’yî lê ne hate kirin, 21 rojan di karantînayê de hate hiştin. Parêzerê Gul Ozgur Yakût ji ANF’ê re axivî û li ser rewaş Gul agahî da.

Parêzer Yakût anî ziman di rewşa heyî de diviya bû ku 14 rojan Gul di karantînayê de bimaba, lê 21 rojan di karantînayê de hatiye hiştin û got: “Muwekîlê min dibin qawîşa ku tenê 3 PKK’yî lê dimînin. Piiştî çend rojan gardiyan tên dixwazin li ser piyan hejmartinê bikin. Piştî ku yên li qawîşê vê red dikin, gardiyan Cuneyt Gul dibin bêhnvedanê û bi pê û kulman lê didin. Vê jî bi fermana sergardiyanekî bi navê Yilmaz kirini. Dema lê didin jî Yilmaz bi xwe jî amade ye.”

Parêzer Yakût diyar kir ku piştî muwekîlê wî Gul hatiye derbkirin çengê wî yê çep û destê wî kar nake. Yaktû got: “Ji ber ku Cuneyt Gul û hevalên wî hejmartina li ser ling qebûl nekirin, lêpirsîna displînê lê hatin vekirin. Piştre jî muwekîlê min dibin dixin hucreya yek kesî. Ji bo wî rojname û tv nadin. Rojê bi hinceta hejmartinê çend caran serdan dikin û bi fîzîkî êrîşî wî dikin. Dîsa di nava rojê de bi dehan car heqare tû çêran jê re dikin. Li hemberî vê muwekîlê min ji bo Wezareta Edaletê daxwaznameyek şandiye lê wisa bawer dikin ku ev daxwazname ji girtîgehê dernakeve.”

Pr. Yakût diyar kir ku Gul ji ber van pêkanînên li girtîgehê dest bi greva biçîbûnê dike û got: “Ji ber hem êşkence û dîsa li hucreya yek kesî ku ti mafê peywendiyê ji bo wî nayê dayîn, ketiye greva birçîbûnê. Dema ku min pêre hevdîtin kir di warê derûnî û fîzîkî de rewşa wî nebaş bû. Bi fikare ku rêveberiya girtîgehê ziyanekê bide yê. Çengê wî yê çepê kar nake. Min xwest weke parêzvanê wî bi rêveberiyê re baxivim, gotin di cih de be reviyan. Li ser vê ezê derbarê personelên girtîgehê de gilî bikim. Vê mijarê bikim rojeva Wezareta Edaletê û Meclîsê. Dîsa derbarê Serdozgeriya Komar ya Isparta, midûrê girtîgehê, rêveber û personelan dilî bikim.”

Kurê Cuneyt Gul Mazlûm Gul jî diyar kir ku bavê wî 17 sal e girtiyê siyasî ye û got: “Ji xwe li her girtîgehê şideta fîzîkî û pîskolojî li ser dihatin kirin. Ev nêzî 20-25 rojên dawî me ti peywendî jê negirtiye. Her tim hinceta wan şewb bû. Her dawî parêzer çû serdana bavê min kir, diyar kir ku êşkenceyên fîzîkî pir lê kirine. Em ji ruhê bavê xwe bi fikarin. Em malbat tev dixwazin di rojevê de bihêlin. Daxwaz ji siyasî û saziyên hiqûqî dikin ku bi vê mijarê re eleqedar bibin. Ji xwe di demê dawî de zextên fîzîkî û pîskolojî li ser girtiyên siyasî zêde bûne. Ji bo wê em ê vê pêvajoyê bi piştevaniyê ser bixin.”