Girtiyê PKK'yî yê birîndar nayê dermankirin

Girtiyê birîndar ê PKK'yî Hakki Tûrgay, ku sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê hate kirin, nayê dermankirin. Tûrgay li hucreya şexsekî tê girtin.

Hakki Tûrgay ê PKK'yî, ku roja 24'ê Kanûnê li nêzî gundê Zeve yê navçeya Heskîf a Êlihê bi birîndarî hate girtin, li binê çavan îşkenceyeke giran lê hate kirin. Tûrgay ku ji serî û lingê xwe birîndar bû, bi rojan îşkence lê hate kirin û piştî ji ser hişê xwe çû rakirin nexweşxaneyê. Wezareta Karên Hundir a Tirk ev yek weke 'Payebilindê PKK'yî yê di lîsteya grî de ye' weşand. Piştî muxaleyeke kurt a li nexweşxaneyê Tûrgah birin girtîgeha Êlihê. Bi mehan li vê derê tedawiya wî nehate kirin û di 12'ê Nîsanê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê hate kirin.

Tûrgay anî ziman, rêveberiya girtîgeha Elezîzê ew xistiye hucreya şexsekî, zext lê hatiye kirin û gef lê hatiye xwarin ku biçe qewîşa serbixweyan. Tûrgay diyar kir, rêveberiya girtîgehê hin girtiyên serbixwe anîne beşa ew lê ye û li dijî wî provoke kiriye.

'HETA JI SER HIŞÊ XWE BIÇIM, ÎŞKENCE LI MIN KIRIN'

Girtiyê birîndar ê PKK'yî Hakki Tûrgay bi rêya nameyekê, bûyerên bi serê wî ve hat vegot: "Roja 24'ê Kanûnê, piştî ku ji serî û lingê xwe bi birîndarî hatim girtin, bi rojan îşkence li min kirin. Di dema îşkenceyê de ji ber ku ji ser hişê xwe çûm, ez rakirin nexweşxaneyê û piştî mudaxeleyeke kurt ez birin girtîgehê. Li girtîgeha Êlihê bi alîkariya hevalan min jiyana xwe ya rojane dewam kir."

'TEVÎ KU ŞERT Û MERCÊN MIN ÊN TENDURISTIYÊ NEBAŞ BÛ, EZ SIRGÛN KIRIN'

Di dewama nameya xwe de Tûrgay got, "Bi mehan nehiştin tedawî bibim. Di meha Nîsanê de ji hin aliyan ve tedawiya min dest pê kir, lê belê bi destpêkirinê re tevî ku şert û mercên min ên tenduristiyê nebaş jî bûn, ez xistin wesayîta Rîngê ya girtîgeha Elezîzê û sirgûn kirin. Li girtîgehê zexteke giran û pêkanînê li derveyî mirovahiyê hene. Nahêlin ku girtiyên PKK'yî bibînim. Her wiha ji ber ku lingê min giran birîndar bû, zehmetiyê dikişînim û bi gopal dimeşim. Nikarim pêdiviyên xwe bi cih bînim.

'JI BER KU DIXWAZIM BI HEVALÊN PKK'YÎ RE BIMÎNIM, GEF LI MIN TÊ XWARIN'

Ji ber ku dixwazim bi girtiyên PKK'yî re bimînim, gef li min tê xwarin, gardiyan zextê li min dikin û gefê dixwin. Dixwazin bi hin girtiyên serbixwe re bimînim, lê belê ez vê qebûl nakim. Li ber xwe didim ji bo bi hevalên girtî yên PKK'yî re bimînim. Rêveberiya girtîgehê hin kesên serbixwe tîne cihê ez lê me û bi vî rengî wan li dijî min sor dike."

'NAYÊM TEDAWÎKIRIN, REWŞA MIN A TENDURISTIYÊ HER NEBAŞ DIBE'

Hakki Tûrgay anî ziman, tedawiya wî ku li girtîgeha Êlihê dest pê kir, li girtîgeha Elezîzê hate sekinandin û got, "Rêveberiya girtîgehê tedawiyê li dijî min bi kar tîne. Rewşa min a tenduristiyê roj bir oj nebaş dibe. Ji ling û serê xwe birîndar im û hê tedawiyeke cidî nehatiye kirin."

Tûrgay bang li raya giştî kir, ku bala xwe li ser zext û rewşa li girtîgeha Elezîzê be û anî ziman, ku ew dixwaze tavilê bê dermankirin û bi hevalên girtî yên PKK'yî re bimîne.