Girtiyê nexweş Yazici jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Bişar Yazici yê di Girtîgeha Wanê de, ji ber nexweşiya xwe ya kezebê jiyana xwe ji dest da.

Bişar Yazici yê 52 salî yê di Girtîgeha Wanê de, êvara îna beriya cejnê ji ber nexweşîna kezebê sewqî Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. Li nexweşxaneyê nehat hiştin ku kurê wî li ber serê wî be. Yazici îro jiyana xwe ji dest da.

Malbat ji bo wergirtina cenaze çû Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Malbat wê cenazeyê Yazici bibe li gundê Ergalî yê navçeya Qelqelî ya Wanê defin bike.

Hat hînkirin ku Yazici 2 sal berê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn.