Girtiyê nexweş Nebî Îlhan rehmet kir

Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê girtiyê nexweş Nebî Îlhan ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, rehmet kir.

Girtiyê nexweş ê 74 salî Nebî Îlhan ê bi hincetên siyasî hat darizandin û 6 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, pêr li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat emeliyatkirin û duh di saetên serê sibê de li nexweşxanê rehmet kir.

Nebî yê nêzî 2 salan girtî bû, berî ku bê girtin 2 caran ji dilê xwe hatibû emeliyatkirin. Di heman demê de nexweşiyên şekir û tansiyonê yên Nebî hebûn. Nebî, ev mehek bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê dihat dermankirin û di organên wî yên hûndirîn de ûr hebû. Bijîşkan berî du rojan Nebî girtin emeliyatê û dûre jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Nebî duh bi şev ji nexweşxaneyê hat girtin û li Goristanan Zevye ya Sêrtê hate veşartin.

Taziya Nebî li mala şînê ya Zevya, ji aliyê malbatê ve hate danîn.