Girtiyê nexweş Ahmet Bayar hate berdan

Girtiyê nexweşiya pençeşêrê Ahmet Bayar ê ku malbata wî li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kirî, bi biryara dozger hate berdan.

Girtiyê nexweşiya pençeşêrê Ahmet Bayar ê ku li Amedê di çalakiya protestokirina 15'ê Sibata 2011'an de bi hinceta tevlî çalakiyê bûye bi îdiaya 'Endamê rêxistinê û bi navê rêxistinê sûç kiriye' di derbarê wî de doz hatibû vekirin û di 31'ê Adarê de hatibû girtin, bi greva birçîbûna ya malbatê hate berdan. Ahmet Bayar bi awayekî lezgîn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargil a Amedê û tedawiya wî tê kirin.

Rapora ku malbat ji 31'ê Adarê ve ji desteya tenduristiyê ya Fakulteya Zanîngeha Tip a Dîcleyê li bendê bû, îro bi greva birçîbûnê ya li pêşiya girtîgehê ve derket. Hat zanîn ku bi raporê re Serdozgeriya Komarê biryara berdanê daye.

Li rexmê rapora ATK'ê ku dibêje li gorî rêjeya sedî 85 'li girtîgehê de namîne' Ahmet Bayarê nexweşiya pençeşêrê heyî li Girtîgeha TÎpa D a Amedê dihat girtin li ser rewşa wiya ne baş malbata wî îro li pêşiya girtîgehê greva birçîbûnê dabû destpêkirin.