Girtiyê hatî qetilkirin Şakir Tûran hate veşartin

Girtiyê nexweş Şakir Tûran ê di girtîgehê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li navçeya Stewrê ya Mêrdînê hate veşartin.

Girtiyê nexweş ê 70 salî Şakîr Tûran ê ku nexweşê penceşêrê bû û li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bîngalî Yildirim a Erzînganê dihat dermankirin, duh jiyana xwe ji dest da. Tûran îro bi merasîmekê li gundê Şûtê ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê hate veşartin.

Cenazeyê Tûran, ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erzînganê. Piştî kar û barên otopsiyê radestî malbata wî hate kirin. Malbatê duh cenaze anî Amedê. Cenaze, bi saetan li pêşiya Fermandariya Cendirmeyan a Qeymeqamtiya Bajarê Nû ya Amedê hate sekinandin. Piştî israra parlamenterên Partiya Çepên Kesk, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ji bo ku cenaze ji hêla polîsan ve neyê revandin, duh li pêşiya nexweşxaneyê nobet hate girtin. Piştî ku malbata Tûran a li Antalyayê dijî hate Amedê, cenaze ber bi Mêrdînê ve birin.

LI GUNDÊ XWE HATE VEŞARTIN

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amed û Mêrdînê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêveberên Komeleya Alimên Olê ya Amedê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li konvoya cenazeyê bûn. Konvoy, di ketina gund de hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Tûran destpêkê birin mala wî û heta demekî li malê hate hiştin û piştre jî anîn pêşiya Navenda Jiyana Civakî ya Şûtê. Li vir nimêj li cenazeyî hate kirin û li goristana gund hate veşartin.

‘NE MIRINEK ASAYÎ BÛ, BI DESTÊ DEWLETÊ HATE QETILKIRIN’

Piştî merasîma veşartinê cenazeye, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu axivî. Kordu, da zanîn ku Tûran beriya mirina xwe bi zor û zehmet diaxivî û ev tişt anî ziman: “Bi sekna xwe ya xurt ji bo me bû mînak. Dema min pirsa xwarinên girtîgehê jê kirî wiha bersiv da min; ‘Ez bi zor û zehmet dixwim. Heke xwarin nebe jî dibe lê jiyaneke bêyî azadiyê nabe.’ Dema min ev gotin bihîstin gelek hestiyar bûm. Em soz didin apê xwe ku em jî dê sekna wî raber bikin. Di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de bû. Di demên dawî de nêzî 30 qeydên wî yên nexweşiyê hebûn. Di nava 2 mehan de 25 kîloyan zeîf bûbû. Dewlet, bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibe. Mirina apê Şakîr, mirineke asayî nîne. Mafê wî yê jiyanê ji destê wî stendin.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî bi sersaxiyê dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Em soz didin apê Şakîr ku heta Kurdistan azad dibe dê têkoşîna me bidome. Bi sedan girtiyên nexweş ên mîna wî li girtîgehan terkî mirinê hatin kirin. Ev sed sal in tenê mirinê hêjayî kurdan dibînin. Ev mirin bi destê dewlet û desthilatdariyê hate kirin. Ji duh heta niha her tiştek bi serê cenazeyê wî anîn. Lê ew çiqas zilm û zextê bikin jî em ê paşvegavê neavêjin. Em ê têkoşîna wan bidomînin.” 

Piştre jî kurê Tûran, Abdurrahman Tûran axivî û got ku herî dawî, dawiya hefteya berê çûbû cem bavê xwe û wiha got: “Wê demê hiştin em biçin serdanê. Gotina bavê min a dawî ev bû; ‘ez serbilind im û min paşvegav neavêt. Bila serê we jî bilind be.’” 

Piştî axaftinan, girse derbasî konê şînê yê li Navenda Jiyana Civakî ya gundê Şûtê bû.