Girtiyê 30 salan bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin

Ethem Karagoz ku ji aliyê dewleta Tirk ve 30 salan dîl dihat girtin, li warê xwe Amedê bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Ethem Karagoz (50) ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê dîl dihat girtin, piştî 30 salan 19’ê Çileyê hate berdan. Karagoz ji Îzmîrê hat warê xwe Amedê û li wir bi coş hate pêşwazîkirin. Karagoz ji aliyê malbata xwe, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Hikûmxwar û Girtî ya Med (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya û endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî re (TUAY-DER) ve li Balafirgeha Amedê bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Ethem Karagoz got: “Ez ji girtîgehê derketim, lê hevalên min man. Lewma parçeyekî min li wir ma. Rojên ku em hemû bi hev re azad bibin, nêz in. Dema ew jî azad bûn, em hemû wê azad bibin.”

Piştî axaftinan Karagoz bi malbata xwe re çû Bismîlê.