Girtiyan destek dane kampanyaya Sûrê

Li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê ya Dorlêgirtî 224 girtiyan bi nameyên îmzekirî desteka xwe nîşan dan û ji bo ku Sûr neyê hilweşandin banga bihistyariyê kirin.

Bi mebesta ku hilweşandina li Sûrê ya bi navê ‘veguherîna bajêr’ dest pê kirî bidin rawestandin, ‘Platforma Ji Hilweşandina Sûrê re na’ 17’ê Tîrmehê bi dirûşma ‘Sûr a Amedê dinyaya me ya hevpar e, bila hilweşandin were rawestandin’ kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin, piştevaniya ji bo kampanyayê ji beşên cuda jî têne nîşandan.

224 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê li dijî hilweşandinê nameyên bi îmzeyên xwe şandin û piştevaniya xwe nîşan dan.

Girtiyan di nameyê de gotin: "Em xebata ji bo rawestandina hilweşandina Sûrê û Sûrên Amedê hatiye destpêkirin, ku Sûr mîrateya çandî û dîrokî ya gelê me û mirovahiyê ye, destek dikin û em watedar dibînin. Em hêvî dikin ku ev kampanya encamê bistîne. Em girtiyên siyasî yên ku li jêrê navê wan nivîsîne em radigihînin ku destekê didine xebata ku we daye destpêkirin. Bi hêviya ku ev xebat wê biçe serî, em hîsên xwe yên li gel gelê Sûrê radigînin."

Girtiyên siyasî her wiha di nameya xwe de banga bihistyariyê li raya giştî kirin, diyar kirin ku divê Sûr neyê hilweşandin, mirov ji warên xwe neyên kirin û her kes divê ji Sûrê re bibe deng.

Her wiha li ser medyaya civakî jî her roj piştevaniya ji bo kampanyayê zêde dibe. Heta niha 10 hezar îmze hatine komkirin, îmze wê ji Serokwezîrtî û Meclîsê re were şandin.