Girtiya jin a Kurd Celaliyan kete greva birçîbûnê

Çalakgera jin a Kurd Zeynep Celaliyan a ku rejîma Îranê ew girtibû, ji bo ku tedawiya wê were kirin çar roj in ketiye greva birçîbûnê.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirttin Celaliyan a ku 13 sal in girtî ye, dema ji girtîgehekê sirgunî girtîgeheke din hatibû kirin, bi koronavîrusê ketiye. Celaliyan a ku di girtîgeha Qerçekê de ye, ji bo were tedawîkirin dest bi greva birçîbûnê kir.

Parêzer Suheyla Hîcab a ku ew jî tevî Celaliyan di heman zindanê de ye, di dema hevdîtinekê de diyar kir ku Zeynep Celaliyan 4 roj in di greva birçîbûnê de ye û tendirustiya wê xerab e.

Celaliyan di 21’ê Gulanê de dema ji Girtîgeha Xoyê sirgunî Girtîgeha Qerçekê hatibû kirin, bi koronavîrusê ketibû.

Celaliyan a 38 salî di sala 2008’an de li Kirmaşanê hate girtin. Berê cezayê girtîgehê lê hate birîn û piştre bi hinceta ‘Dijminatiya Xwedê kiriye’ û endama partiyeke Kurd e, cezayê girtigehê yê muebet lê hatibû birîn.