Girtiya bi penceşerê ketiye nayê dermankirin

Hate hînbûn ku girtiya bi penceşerê ketiye Rojbîn Çetîn nayê dermankirin.

Endama Desteya Rêveberên Herêma Demokratîk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbin Çetîn a ku di 26'ê hezîrana 2020'an de, li Amedê di serdegirtina malê de sê saetan bi kûçikan êşkence li wê hatibû kirin û piştre hatibû destgîrkirin û girtin. Çetîn li derve demek dirêj bû tedawiya nexweşiya penceşêrê ya malzarokê didît. Lê piştî hat girtin, tedawîya wê di nivî de ma û nayê dermankirin. Çetîn niha li girtîgehê dibin şert û mercên zor û zehmet dijî.

Li gorî nûçeya Jinnewsê, Çetîn a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin, ne dermanên wê tên dayîn û ne jî wê dibin nexweşxaneyê. Çetîn ji ber nexweşiya pençeşêrê nikare her xwarinê bixwe û rayedarên girtîgehê jî, xwarinên cuda nadinê. Ji ber ku nexweşiya Çetîn lê giran bûye, êdî nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne.

Hat diyarkirin ku rayedarên girtîgehê, hejmartina li ser piyan a di baxçeyê qawişê de li ser Çetîn û hevalên wê yên qawişê ferz dikin. Lê ji ber ku girtî vê yekê qebûl nakin, her roj derbarê wan de zabitname tên nivîsandin.