Girtiya 80 salî Ozer milê wê şikest

Hat zanîn ku Makbûle Ozer a 80 salî ku dîl hatiye girtin, duh ji ser hişê xwe ve çûye û di encama ketinê de milê wê şikestî ye.

Dadgeha herêmî ya navçeya Artemêtan a Wanê cezayê Makbûle Ozer a ji sedî 53 astengdar û 83 salî yê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" cezayê ji 2 sal û mehekê pêk tê erê kir û ew di 9'ê Gûlanê de girtin. Hat zanîn ku Ozer duh di girtîgehê de ji ser hişê xwe ve çûye û di encama ketinê de milê wê şikestiye. Hat destnîşankirin ku Ozer a ku li nexweşxaneyê tê ragirtin duh ji ser hişê xwe çûye û di encama ketinê de milê ku beriya niha şikestibû û çêbûbû, dîsa di heman cihî re şikestiye. Hat ragihandin ku Ozer şevekê li nexweşxaneyê de hatiye girtin û ew dîsa şandine girtîgehê.

Hat destnîşan kirin ku Ozer a milê wê şikestiye, di rêveçûnê de zehmetiyê dikişîne. Ozer a ku bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî, aniye ziman ku ew ji ber êşa canê xwe neçar dimîne ku her roj serûm bigire, nikare bi şev rakeve û tim canê wê diêşe.

Ozer bi riya malbata xwe ji rêxistinên mafên mirovan re banga hestiyariyê kir.