Girîngiya şerê Pîrbûlayê

Heke artêşa Tirk li Pîrbûlayê neşikesta ev ê bihata maneya dagirkirina Amediyê, Kanîmasiyê û Şeladizê.

Dayikeke ku şerê li Pîrbûlayê bihistî bi dengekî hêlî got, ''Xof û tirsa neyaran e, em namirin, wellehî em namirin!''. Vê ji bo wan gerîlayan dibêje ku li Pîrbûlayê ji 7 aliyan ve dagirker kirin xelekê, heta dawiyê şer kirine û bi sedan leşker bi paş ve gav dane avêtin dibêje. Ya ku vî rihî dide gelê Kurd, ya ku gelê Başûr ev çend qewîn dike, ew gerîla niha ku niha li Cenga Heftanînê şerê hêviyê didin ku ev ê qedera gelê Kurd diyar bike.

Pîrbûla girekî li naverasta Heftanînê ye. Li derdora wê Şeşdara heye ku yek ji wan qadan e berxwedan lê geş e û dergeha berxwedanê ya gerîlayên YJA Starê ye, dîsa li aliyekî wê Koordîne, li alîyekî dî girên Tûnelê hene. Êrîşa li ser vir hem wêrekiyeke mezin û hem jî xafilbûnek e. Halê artêşa Tirk bû wêrekiyeke bi tirsê tije û her wiha halê kontrayên ku li pêş dimeşin. Her wiha berdêla êrîşa li ser vir giran bû.

Şerê Pîrbûla, yek ji gava pêşî ya cidî bû ya bi çarçoweya hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê. Heke artêşa Tirk û kontroyên ku pêşengiya vê dagirkirinê dikin li vir nehate şikandin wê zêdetir bi pêş ve biçûna û heta bi baregeghên Batufayê bihatana. Pîrbûla hem dihata maneya hatine herêma baregehê ya Batufayê, hem yekbûna hêzên dagirker ên li vir û hem jî dihate maneya ku deriyê dagirkirinê li Zaxo û Dihokê bihate vekirin û dagirkirina Amediyê, Kanîmasî û Şeladizê. Heftanîn ne tenê ji bo gerîlayan ji bo gelê Başûr jî pir girîng e, girîngiya wê ya ji bo gelê Başûr dibe ku niha neyê fêhmkirin. Heke em bi gotinên  gerîla Ozgur bibêjin, ''Divê Heftanîn tenê nemîne. Artêşa Tirk hemû aboriya xwe ji bo vir veqetandiye. Ne weke operasyonên dî ye, vê carê cuda ye. Belkî niha kesek vê nabîne. Tenê girîngiya wê ya ji bo gerîlayan tê dîtin lê ne wiha ye. Li vir ne ku tenê wê qedera gerîla û dijmin diyar bibe. Ev ê qederas sedsalî diyar bike, wê encama şerê sed salî diyar bike.''

Gerîlayekî ku bi vî rihî şer dike hem divê divê mêjiyê xwe û dilê bike yek û bi hemû hêza xwe li ser serxistina vî şerî hûr bibe. Ya dî li gelê Başûr dimîne ku giringiya vê fêhm bike. Ya dî dimîne ku cerdevanên ku pêşengiyê ji dagirkeran re dikin careke dî dibêjin, ''Ez çi dikim, ji bo 100 dolarî ez li dijî zaroyên xwe şer dikim?''. Ya dî dimîne ku leşkerên kirêkirî yên artêşa Tirk a dagirker bibêjin, ''Em bimirin jî cenazeyên me li naverastê dimînin. Em ji bo çi, ji bo kê şer dikin. Çi karê li erdên Kurdistanê heye ku em nizanin ava wê jî li kûderê ye.''

Nenerin ku wiha dibêjim; gerîlayên azadiya Kurdistanê li yek ji van îhtîmalan nafikirin û şer dikin. Xweşbîniyeke wiha di ti şerî de zêde bi kêrî tiştekî naye. Gerîla bi salan tecrûbe kiriye ku ew çend xweşbîn nebe. Tenê tiştek heye niha li Heftanînê di destê gerîla de, di dil û mêjiyê wan de. Di dest de şûrê azadî û dadmendiyê; di dil de hesreta mezin a li Rêbertî û li ser milan çarenûsa gelê Kurd. Niha li meydanê dilrehî peyveke qedexe ye.